NAVENDA BAJARÊ EFRÎNÊ Û NAVÇEYÊN WÊ

(4)

 

Rizgar Kurdaxî

Efrin.net  07. 06. 2005

Wek çawa tê zanîn jî ku herêma Efrînê ji (7) navçeyan pev dikeve ew jî evên jêrîn in
1- navçeya navenda bajarê Efrînê.
2-navçeya Cindirêsê.
3-navçeya Mabeta.
4-navçeya Şera.
5-navçeya Şiyê.
6-navçeya Reco.
7-navçeya Bilbilê
Ferehiya navenda Efrînê(2033)Km çargoşe heye

Di dema Romaniyan de, di cîgeha bajê Efrînê re rêkek diçû ji lewra jî diviya bû ku kopiriyekê di ser avê re bigirin ji lewra ta demeke ne dûr ji bajarê Efrînê digotin Kopiriyê, ew kopiriya hate ava kirin li di sala \1923\yan de Firansiyan ew kirin navendeke serdarî û malên hukmetê lê hatin avakiri. Piştî hate vebijartin ku bibe Qezak(navendek) li başor û bakorî rêka Cindirêsê ku îro-roj di navenda Efrînê derbas dibe mal hatin avakirin û firoşgeh jî çêbûn. Herwaha du Otêl(xewgeh) jî lê hatibûn avakirin. Lê kesên pêşîn ku lê rûniştine Ermenî bûn, pêra êla Seydo Mêmî , êla Xobariyan,sekêşê êzîdiyan Derwîş Axa Simo û Ehmedî Xelîl ji gundî Memila lê Efrîna nû avakirî civîn. Da demekê Efrîn wek bajarokek biçûk ma , lê piştî salên 60 ji sedsala 20an ,Efrînê ferehiyeke mezintirîn ji aliyê avakirina maline nûjen ango vêlatan dît, û roj bi roj ew fereh û mezin bû. Iro-roj ji taxa wê ya  bakorîrojava dibêjin taxa Mehmodiyê.û li bakor taxa Ezîdiyê, Li rojhilat taxa Eşrefiyê û taxa qirêc li başorîrojava, Efrîn wek çawa ku ferhenga xaknîgariyê y Sûriyê de jî hatiye xwaştirîn bajarê biçûk e li Sûriyê. Herawaha Efrîn navenda çiyayê kurmênc a aporî, civakî,çandî û kargêriyê ye. Li va dawiyê kolana ku diçe Reco wergerî kolaneke bazarganî ya herî girîng. Efrîna îroyîn navenda herêmakê ye ku ji 263 gund û 100 çîngehî ye, Bilindiya bajarê Efrînê li rex tilî Xemrevînê bi qasî(392) mitran ji rowê zemînê bilintir e.

1 - Efrîn ( Navend )

Hêjmar
01.01.2004 Nav
559 Aîn Darê
341 Alcoz şewarêxe
645 Alriz şewarêxe
1778 Al-ziyarê
3061 Aqûbê
2125 Bablît
1272 Barad
1815 Basilhaya
1974 Basofan
3971 Basûtê
831 aha 
1867 Birc Abdalo
885 Birc Hîyder
265 Bitîtê
92 Cedîdê
1487 Cilbil
5274 Coqê
445 Cûmkê\Hemîlkê
3860 Bênê
45094 Efrîn
4191 Enab
674 Fafirtîn
764 Gundê Mezin
1715 Îskan
268 Kefer Betrê
401 Kefer Miz
135 Kefer Nebo
952 Kefer Şîl
1177 Kefer Zîtê
1376 Keferdela Jêr
1599 Keferdela Jor
1320 Kewkebê
113 Kirsintaş
548 Kifêr
2085 Kîmar
897 Kibêşîn
4470 Maratê
613 Meresê
6039 Mîr Emîn
5945 Qîbarê
3351 Qirzêhêlê
10 Rotnik
1226 Şahdêrê
63 Şehranlî
902 Soxanekê
1092 Til Tewîl
777 Tilf
3185 Turindê
245 Xalidiyê
523 Xazî Tebe
1153 Xelnêrê
2032 Xezîwê
1348 Xirbit al-heyat
389 Ziyadiyê
130219

Cîgehên şopane li Efrînê:
Tilî gundî Bircê-til û gundî Basûtê-til û gundî Endarê
Til û gundî turindê-til û gundî Qîbarê-til û gundî comkê
Til û gundî Maratê-tilî êndîbê li coqê-tilî mistoyî hesen
Li gundî Sêmalka-tilî ziravkê li ên hecerê ûhd

2- NAVÇEYA CINDIRÊSÊ:
Cindirêsê herêmokeke kevnar e, ev herêmok li ser rêka Roman a ku ji Entekê diçû keleha Nebî Horî(bajarê Sîros) hatiye avakirin.
Cindirêsê di nav deşta çûmê de, paldayî ku derdorî wê ango bakor,başur,rojhilat û rojavayî wê tevde daristanên zêtûnê ne.
Herwaha ev navçe bi av ,kanî û çemçemokan zor zengîn û dewlemend e.wek ava Circim li bakorî gundî Hec Hesna
Çema Efrînê ku di başorî wê re dixuşe û kaniya Cindirêsê a kevnar ku li taxa wê ya rojava dikeve.
Mirov dikare Cindirêsê debaşî ser du perçan bike
1- perçî başor ku li jêrî rêka Efrîn û Hemamê dikeve taxa başur û derdorî tilî wê ev perça ji Cindirêsê pir kevin e
Xelkî ku li wir dijê xudiyê wê ne lê îro-roj ew perça dirêj û peen bûye ..
2- perçî bakorî rêkê ku xelkên wê ji gundên derdorî wê ne ,lê hatin û li vir rûniştin , ev perça îro-roj ji bakor ve gihaye gundî Yalanqozê,û ji rojhilat ve gihaye gundî Rufetiyê, herwaha ji rojava ve jî pir nîzîkî gundî Baflorê bûye yanê navbera wan biqasî 8oo mitir mayî.
Hejmara xelkên wê 12000 kes heye, lê bitevahî ango tev gundan bi qasî 58000 kes heye,ferehiya wê 325Km çargoşe ye,û ew ji 33 gund û 29 çîngehan pev dokeve


Cîgeha Cindirêsê:
1-bakor : navçeya mabeta gundên sînorî(Remedan,Xalt)
2-rojava:Turkiyê gundên sînorî(Hemeê û Merwaniyê)
3-başur:hêrimê(Dêwa)
4-rojhilat:devera Efrînê
Ev navçeya ha bi ektîva xwe ya aporî pir nas e,navçeyeke Çînbar e,zêtûn lê gelek in,herwaha guvaşgehên zêtûnê jî lê gelek in.
Herwaha ev navçeya bi merxên xwe yên di heman demsalan de, û li hember germa havînê û sarbûna vistanê her pêdar û keskane ne , ewan merxan jî çiyayên bakor û rojavayî vê navçeyê rengîn kirine
Yanê ji piştê gundî Hemamê de bigir û berve bi bakor ve biçe ta derdorî Tetra ,Hechesna ,Gorda,Baziya û bakorî Miskê tevda merxên.


Li nav van merxan cîgeh in hene bûne seyrangeh û bi çîgehên seyrangehî li herêmê hatine nasîn herwekî Qêziqlê, piştê Merwaniyê, paş Tetera,Sebîlê ..ûhd..
CANDIN:
li vê navçeyê weke hemo navçeyên kurdaxê berî hemî zêtûn gelek in, lê tiştine dîtir tên têne çandin wek darên fêkî û tene wek(genim nok,cihe…….)
Herwaha titûn û pembi jî li vir têne çandin

GUNDÊN GIRÊDAYÎ CINDIRÊSÊ

Mehmediyê rojava û ya rojhilat,fîlik,aşkayê rojhilat û ya rojava,axcali,yalanqozê,til hemo,tislorê,çeqelê cûmê,celemê,ebo keebê rojhilat û ya rojava,heclerê,colaqa,kenî gewrikê,heskenderê,hec hesna,remedana,hemamê,xerza,xalta,dêwayê jêr û ya jor,remadiyê,hemîlkê,rifetiyê,sîndankê,baflorê,hesîrkê,
Firêriyê,qere baş,qijûma,qîlê,qurbê bircikê,gewrika,keferdelê jêr û ya jor,kefirsefrê,tetera,kora,gorda,cobana,merwaniyê jêr û ya jor,hêkiçê,miskê jêr û ya jor,mile xelîla,dêrbelûtê,nisriyê..

CÎGEHÊN ŞOPANE LI CINDIRÊSÊ
Tilî îska-til Eqreb-tilî Celemê-tilî tislorê-tilîcêcê li Dêrbelûtê ye-til Hemo-tilî fraq li Firêriyê ye-tilî zareta şêx Ebdirihmên-tilî Cindirêsê-til ên li gundî Keferdelê ye
 

3 -  NAVÇEYA ŞIYÊ:
Şiyê navçeyeke gir û mezin e,li goşeya herî rojava Herêma kurdaxê dikeve, û li ser sînora kurdaxê bi Turkan Re ye,herwaha ew li bakorî rojavaya navçeya Cindirêsê Dikeve ,navbera Cindirêsê û Şiyê (20)km hene hejmara Xelkê ku li vê navçeyê dijên jî bi qasî(10 000) kes heye .
Lê bi gelemperî hejmara kesên ku li Şiyê û gundên Girêdayî wê dijên(29000) kes hene.
Ferehiya xaka Şiyê(166)Km çargoşe heye.
Herwaha (13)gund û (4) çîngeh jî girêdayî wê navçeyê ne

SÎNORÊN NAVÇEYA ŞIYÊ:
1- li başor navçeya Cindirêsê ye.
2-li rojholat navçeya Mabeta ye.
3-li bakorî wê navçeya Reco ye.
4-li rojava deşta Hemqê a navdar e, ku ew jî ya me kurdan e.
Ev navçeya ji êlan hate avakirin ew jî ev bûn
Li başorî vê navçeyê êla Şikakan.
Li bakor gundî Hacê
Û du gundên jor û jêr ewên ku li derdorî kaniya wê Dikevin ango navenda vê navçeyê.
Herwaha li bakorî Şiyê şopa(rêça) gundê kevnar a bi Navê gundî Çema hatiye dîtin.
Li navenda Şiyê kaniyek pirav heye ,Şiyê bi xwe li Çiyayê Hesî Xudir cih girtî, bilindiya xwe li riwê deryayê
Bi qasî 325 mitran bilind heye.
Xelkên vê navçeyê di çandinê de, dixebitin bi gelemperî Jî zêtûn.
Li Şiyê keskayî jî tête çandin herwaha tene jî .
Li Şiyê bazareke heftane tête çêkirn ew jî roja înê ye.
Gundên girêdayî vê navçeyê jî :
Erendê,baziya,çeqelê jêr û çeqelê jor,seelcakê,qermîtliq,gundî Xelîl,tirmûşa,senarê,anqelê,satiya,hec bîlêl,mistika,şiketka,kêla

CÎGEHÊN ŞOPANE LI ŞIYÊ
Tilî Cirnasê li bakorî merwaniyê jêrîn dikeve-tilî Elûş li Şiyê ye-tilî Erendê-tilî Husîkê li Qermîtliqê dimîne



 4  - NAVÇEYA MABATA:


Mabeta navçeyeke ku li bakorî navçeya Cindirêsê û Rojhilatê navçeya Şiyê dikeve,
Ew li ser tilekî ango girekî ku bilindiya xwe bi qasî (560)î ye dikeve .
Derdora vê navçeyê tevda daristanên zêtûn û merxê ne.
Li aliyê rojava dighîne gundî Qenterê û li bakor gundî Qitraniyê,
Hejmara xelkên ku vê navçeyê dijên li gor belegeyên sala 2001an bi qasî 49659 kesî hene,
Ew li bakorî rojanaya Efrînê bi 15Km an dikeve.
Li mabeta firoşgehên corecor herwaha cîgehên veçêkirina Alavan û cîgehên hesinkaran jî hene.
Xelkî vê navçeyê bi çandina zêtûn û tirî ve mijûl dibin.
Mabeta di sala 1975an de weke navçeyekê hate


SÎNORÊN MABETA
1- li rojhilat gundên navçeya Şera û Efrîn
2- li başor navçeya Cindirêsê.
3-li rojava navçeya Şiyê
4-li bakor navçeya Reco

Çespandin 35gund û 10 çîngeh girêdayî vê navçeyê Hene.

Gundên Mabeta jî ev in:
Avrazê,birîmce,çomezna,dargîrê,
Dela,ênhcerê,emara,ereba,erebşêxo,
Gemrûkê,gundîheyatê,gundî silo,
Heç qasima,hamorlik,kaxirê,kêlîbo
Kokana,korakayê jêrîn,korkayê jorîn,
Ggobeka,meserkê,mîrka,misteşûra,
Qitraniyê,reca,rûta,sariya,satiya,
Sêwiya,şêx kêlê,şêxûtka,şeytana,
Şêmalka,şîtka,xaziyayê jêrî û ya jorîn

ÇÎGEHÊN ŞOPANÊ LI MABETA
Tilî dirêmiyê li Korkaya jorîn e-tilî bîrê xaziya-tilî berboş li qenterê ye
 

 

5 - NAVÇEYA ŞERA

Navçeya Şera û xirabî şera li çiyayekî an tilekî ku bilindîya xwe 500 mitr e dikeve.
Herwaha ev navçeya li bakorî bajarê Efrînê dikeve
Û bi qasî 13 Km jê dûr e,avahiyên vê navçeyê Kevin e
Ew jî di rêka bîrên Kevin ên kolandî yên hîn di dema Roman de mane re tête zanîn.
Male xwe yên Kevin ji heriyê ne û yên nû jî ji kêv in.
Hejamara xelkên ku lê dijên jî li belegeyan bi qasî
49900) kes hene ev giş ango bi tevaya kesên vê navçeyê
Tev gundan.
Xelkî vê navçeyê jî wek ên kurdaxê bi çandina zêtûnê re
Dimijûlin, herwaha derdorî wê tev bi daristanên zêtûnê û yên fêkiyan hatiye rengîn û xemlandin.
Ferehiya xaka Şera 331,35Km çargoşe heye.

SÎNORÊN ŞERA
1-li rojhilat Ezazê
2-li rojava devera Mabeta û Bilbilê ne
3-li bakor sînorê Turkiyê ye
4-li başor devera Efrînê ye..

Gundên girêdayî navçeya Şera jî ev in :
Cûmkê,qestelê,qedepe,qemîtliqê mezin û ya bi çûk,kotikê,keferomê,hilobiyê,meşalê serîkaniyê,metîna,xirabî şera,gabeleka,qitmê,baflûnê,sînka,meydankê,berava,naza,gundî dêrwîş,alçiya,çema, omera,qetlebiyê,pelûsankê,diraqliya,wêreganê,zêtûnekê
Omer simo,şîltetê,dêrsiwanê,ereb wêranê,
 

CÎGEHÊN ŞOPANÊ LI ŞERA
Tilî qeredepe-tilî Qitmê-tilî Dêswanê

 

 6 - NAVÇEYA RECO:


Reco navçeya êla şêxiyan li ser bilindcîhekî sinarî rawestiyebilindiya xwe 585mitr hene ,herwaha ew li bakorî rojava Efrîn bi 25Km an dikeve.
Hejmara xelkî Reco ê navendê 3850kes heye
Û navçeyê bi gelemperî jî 66100 kes hene.
Xelkî vê navçeyê jî bi çandinê re dimijûlin û çandina bingehîn zêtûn e,li Reco firoşgeh gelek in herwaha hesinkar ûhd
Lê bazereke heftane heye ew dikeve roja Şemiyê ferehiya xaka Reco 352Km çargoşe hene.
Herwaha 45 gund û 20 çîngeh jî girêdayî wê hene

SÎNORÊN RECO:
1- li rojava û bakorî wê sînorên Turkiyê derbas bibin
2- li rojhilat navçeya Bilbilê
3-li başor navçeyên Şiyê û Mabeta

Gundên girêdayî Reco
Memila,omera,şadiya,gundî qude,dumiliya,bedîna,komreşa,hemşelekê,berbenê,sorkê,hecîka,mûskê,goliya jêrîn û ya jorîn,şêxbila,gundî şêx,gundî çiyê,hopka,hecxelîlçêqilme,gundî dîkê,kûra,maseka,holilo,gundî qêsim,cobana,çençeliya,çeqmaqê mezin û ya bi çûk,
Elendara,qerebaba,elbîskê,bilêlko,edema,sêmalka,gazê,gewenda,kosa,meydan ekbesê,penêreka,

Cîgehên şopane li Reco:
Tilî baliya-tilî Reco-tilî keşûrê.keşûr en ên nivîsandî ango belegeyî
Ên ne nivîsandî jî ev in:
Tilî Qewaqê- gudî çerxûta
 


7 - NAVÇEYA BILBILÊ:

Navçeya Bilbilê navçeya li bakorî kardaxê ye ,Bilbil li ser perçî başorî çiyayê herî bilin li kurdaxê dikeve ew jî çiyayê HAWARÊ ye , piştê va çayî tevda bi daristanên Palûtê kesik û xemlandî ye,Bilbil navenda 30 gundî û 13 çîngeha ye,ferehiya xaka Bilbilê 229,95Km çargoşe heye.
Bilbil bi 50 Km ji Efrînê ve dûr e , ew li bakorî Efrînê dikeve

Sînorên Bilbilê jî ev in :
1-li rohilat Şera ye
2-li rojava Reco ye
3-li bakor Tukiyê ye
4- li başor jî Mabeta ye.
Xelkê li navenda bilbilê dijên (4320) kes hene, û kesên ku li navend û navçeya wê dijên (4805) kes hene ,
Ev navçe navenda êla şêx Îsmeyl zede ye,
Xelkê Bilbilê bi çandin û xudîkirina pêz re dimijûlin.


Navî Bilbilê navekî nû ye navî wê yê kevin (Ezê ) ye
Gundên girêdayî Bilbilê jî ev in: Hesen dêra,bêlê,qeregolê,xelîlaka,hopila,kotana,qaşa,gundî Eşûnê,kerê,kurzêlê,kela,xilalka,bêxçe,şingêlê,bêkê,heyama,qurta,bîbaka,berkeşa,şerqiya,qurnê,elî kera,zerê,baliya,topelî mehmûd,kurdo,qestelê xodriya,elcara,şêxorzê,ebîdanê,qizilbaşê,

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]