Herêma Çiyayê Kurmênc
(Efrîn)

Mustefa Reşîd
Semt û cih
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava ji Başurê Biçûk e. Ew li
rojhilatê Çiyayê Gewr(Amanos), yanê wilayeta Îskenderûnê(Hetayê) dikeve.
Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya
başur dora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê, di vir re
derbas dibe.
ErdnÎgarî
Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê
deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj
dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê
û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe
nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava
digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê vê
herêmê, Çiyayê Lêlûn(Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat
ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne
axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, Deşta Cûmê
heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê
û li rojhilat, li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe.
Ew, bi vî awayî, navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê
Efrîn, ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê(Entabê)
hildavêje, li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di
navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas
dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Ava Reş dibe; û gişt bi
hevre, li nêziya Entekê(Hetayê), dikevin Derya Sipî.
Dîroka Çiyayê Kurmênc
Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di
dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA û hin caran jî
KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî
jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav
gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya
Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê,
Mîrîtiya Mand yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev
mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek
firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mand, ji bakurê bajarê Hemayê
heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê Kilisê û
Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê
Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan jî, wek
spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî.
Di dema malbata Canpolat de, kursiya serdariyê ji bajarê Kilisê çûbû
bajarê Helebê; û mîrên Canpolatî li Helebê jî serdarî dikirin. Di sala
1606an de, ku Mîr Husênê Canpolatî nexwestibû bi Osmaniyan re biçe şerê
Eceman, Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa Mîr Husên vexwend ba xwe û ew
bi xinizî(îxanetî) kuşt. Ji lewre, birayê wî Mîr Elî Canpolat, li dijî
dewleta Osmanî, serhildan pêkanî. Wî, ji bilî mîrîtiya xwe, heya nêzîkî
Şamê û Libnanê jî xiste bin destê xwe û serxwebûna xwe ji Dewleta Osmanî
diyarkir. Mîr Elî Canpolat pêwendiyên dîplomatîk li gel Mîrîtiya Toskana
ya îtalî (Mîr Fêrdînand) li darxistin. Wî, pere jî li ser navê xwe
çapkirin û, di mizgeftan de, bi navê wî xutbe hate xwendin.
Dewleta Osmanî ji vê yekê gelek enirî (tore bû) û leşker kişand ser Mîr
Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000 Kurdên Zulqadirî jî, bi
serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma Albistanê(Elbistan), bi ser Mîr Elî
de hatin. Mîr Elî 20.000 siwar û 20.000 peya amade kiribûn û li Deşta
Orûcê bi wan re ket şer. Di vî şerê newekhev de, nîvê leşkerê Mîr Elî
Canpolat hate kuştin û nema karîbû li Helebê jî raweste. Bi vî awayî, ev
mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan bi dawî bû, perdeya
reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya waliyên osmanî ya
yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de nemir, wî xwe da aliyekî û
piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê Yekemîn û baxşandina xwe(yanê
efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan Ehmed ew pejirand, ew kir Beglerbeg û
şande Romaniya, ku bibe waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê biçûk jî
xiste Dibistana Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt bajarê
Bêlgirad(paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa kîna xwe
ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî(bi dizî), peyayên xwe li pey Mîr Elî
şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela Kalîmêkdan de, bi îxanetî,
Mîr Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê de, divêt bête gotin, ku ew malbata
niha li Libnanê, li Çiyayê Şûf, bi navê Cumbilat (Kemal Cumbilat, kurê
wî Welîd Cumbilat), pêşengiya Dirûzan dike, ji nifşên malbata mîrên
Canpolat in.
Nawend û navçeyên Çiyayê Kurmênc
Piştî şerê cîhanê yî yekemîn û avakirina Dewleta Sûriyê, herêma
Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê Sûriyê man. Lê
belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir de dihate kirin,
li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî (yanê hukûmet) di destpêkê de hat
gundê Mabetan. Piştî demekê, ku bajarê Efrîn nû hatibû avakirin, serdarî
(hukûmet) çû bajarê Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm (qeza) û sê
navçeyên wê hatin çespandin (tesbît kirin). Ew navçe jî ev bûn: Hemam,
Bilbil û Reco. Lê belê, sala 1938an, Frensa wilayeta Îskenderûnê
(Hetayê) diyarî da Tirkiyê, daku ew piştgiriya Almaniya di şerê cîhanê
yî duwemîn de neke. Bi vê dozê re bajarê Hemamê bi xêza(xeta) sînor hate
perçekirin. Ji bona vê yekê, navçe (wek nawend) ji Hemamê hat gundê
Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe (nahiye). Di salên 60î de, sê navçeyên
din, bi awayekî fermî, hatin çespandin. Ew jî ev in: Mabetan, Şeran û
Şiyê. Ji ber wilo, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco,
Mabetan, Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji 366 gund û
nawendan pêktê û hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên 60î de, ku
dewletê rêforma axê pêkanî (belavkirina erdê axan li ser cotkaran), bi
vê sedemê, hin erd dan Ereban jî. Lê hejmara wan gelek kêm e û heya ew
jî hînî zimanê kurdî bûne.
Êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc
Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî hene, ku
nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û eşîrên Çiyayê
Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:
Amkan (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê belav dibin.
Biyan (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya Bilbilê ne.
Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan belav
dibin.
Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin (navçeya Mabetan).
Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin (navçeya Cindirêsê).
Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne, yanê ew ji berê de li vir
in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan di heyamên kevnare de
jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî hene, ku dibe ew paşê hatibin
vê herêmê. Ew jî ev in:
Şikakan (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şeran). Dibe ku ev
êl, di demekê de, ji Şikakên rojhilata Kurdistanê veqetiyabe û hatibe vê
herêmê.
Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.
Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û kuntarên wî de
dimînin.
Heyştiyan (Heyştî): Li kuntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta Cûmê
dimînin.
Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya Bakurê
Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derdorên wî hene. Hin kes jî, bi
taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku ew Çeqelî
ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li
Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî), Zagî û hwd..
Gundên bi navê Xerzan, Xaltan, Dimiliyan û Behdînan xweş didin
xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.
Ol û mezheb
Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û mezhebê wan henefî ye (ne şafiî
ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li vê herêmê gelek bûn, lê niha
ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku bi giştî hên êzîdî ne. Li
hin gundên din ew nîve-nîv in. Li vê herêmê bi tenê gundê Mabetan elewî
ne.
Çandinî
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn), ji aliyê Çandiniyê ve, gelek dewlemend e.
Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi
milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn
xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û
xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî
zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin
û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê dîsan
jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên mîrxana
ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: Henar, sêv, hilûk,
kîraz(gîlaz), çeftelî, mişmiş(qeysî), hejîr, tû, hurmî û bihok. Li hin
navçeyan giwîz û behîv(badem) jî pir in. Ji bilî van, genim, ceh, şûfan,
garis, kuncî, bervero, nîsk, nok, colban, titûn û pembû jî pir tê
çandin. Li hêla din, zebeş(şûtî), qawûn, şimam, bacanên sor (firingî),
bacanên reş, pîvaz, sîr, kundir, tirûzî (qitî), xiyar (aro), encûr,
qernebî, îsot, tirp (tivir), bamî, fasûlî, lopik û hwd. Gelek peyda
dibin. Hin berhemên siruştî wek simaq, zehter û ridar, ji berê de, ji
Çiyayê Kurmênc dertên.
Xwedîkirina lawiran (heywanan)
Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî gelek dihat xwedîkirin, lê
niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji bo hewcedariya malê. Her
wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp, bergîr, qantir, ker, çêl û camûs
jî, li hin cihan, peyda dibin. Xwedîkirina mêşên hinguv jî berê pir
hebû.
Folklor û çanda gelêrÎ
Cilên folklorî yên herêma Çiyayê Kurmênc, yên mêran, mîna cilên Partên
kevnare ne (kumê sipî, şehra bi rêşî, eba bi surme û şelwerê qezmîrî yê
devlingteng). Govend û semayên folklorî yên vê herêmê gelek navdar in û
komikên vir yên folklorî, pir caran, li ser tenga Sûriyayê, xelatên
pêşîn wergirtine.
Ji berku vê herêmê zimanê xwe parastiye, wisa jî, çand û folklora gelêrî
jî, bi taybetiyên xwe ve, li vir hatiye parastin. Pir dengbêjên navdar
yên vê herêmê, ku navê wan hatiye naskirin, hene; wek: Hemûş Korik,
Ibramê Bêsnî (Îbramê Tirko), Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê
Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar, Beytaz, Eliyê Kabê, Elî
Tico û hwd.
Kela û seyrangehên Çiyayê Kurmênc
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke
gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li
her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li
ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û
diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku
ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên
li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela
Horî heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê,
Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê
bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên
kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du
girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx
ji wan derdikevin.
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi
nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir
gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. Basûtê: Bi
darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê
kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava
Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve
dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li
ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.
Warên pîroz
Gelê vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek warên pîroz nasdike: Kela
Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê
û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya Turindê û Golbehîr jî ji
avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ
hatiye veşartin.
Kargeh û pîşyÎ
Piraniya kurdên vê herêmê bi çandinî û xwedîkirina lawiran xerîk in. Bi
awyekî giştî, êdî cot bi tiraktoran tê ajotin. Cotê bi dewêr gelek kêm
maye. Lê ji bilî çandiniyê, gelek kar û pîşeyên din jî hene. Berê hemû
aş bi avê dihatin gerandin û mehserên zeytûnan jî bi dewaran (bergîr yan
jî qantir). Di dema îro de, ew hemî geriyane ser kehrevê (êlêktirîkê).
Li herêma Efrîn, niha gelek mekbesên zeytûnan yên nûjen hatine avakirin.
Ji bilî van, kargeha tenekan, ya pelûş (keşmûn, bêrîn), ya sabûnê û ya
cilan (mehfûran) heye. Kanên keviran û yên çêkirina hewcedariyên
avakirina xaniyan û malan jî gelek peyda dibin.
KirÎn, firoştin û BazirganÎ
Di warê bazirganiyê de, kurdên vê herêmê ne gelek jîr in. Tevî
dewlemendiya Efînê, xêr û bêrên wan ji wan re namînin. Pir kes berhema
xwe pêşde, bi erzanî, difiroşin bazirganên Helebê û ew bi vî awayî, her
sal, her deyndar in. Ew peran bi kar û nirxên biha deyndikin û wisa, xêr
û bêrên wan, ji wan re namînin. Li nawenda bajarê Efrîn û hin navçeyan,
di hefteyê de, rojekê bazar çêdibe. Wek nimûne: Li Efrîn roja çarşemê,
li Cindirêsê roja duşemê û hwd. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo
hewcedariya malê, kirîn û firoştin pêktê.
|