Ji berdevokên Kurdaxê

Civandin û nivisandin: Hawarê Efrînî

·Aqil ne ji çûk, ne jî ji meziniyê ye
·Aqil weke tacê ye li her serîyekî nabe
·Ash digere bi bê qîz tê li dê
·Ash digere bi avê law tê li bavê
·Av ya çûkan e berî mezinan e
·Av di golan de bimîne digemire
·Hindik hindik dere gundik
·Lingê êsheka neghîsht dosheka
·Kunê avê li rêya avê didirre
·Ber sherê sibê here lê ber xêra êvarê nere
·Bera mal qeda can be
·Bera mal be lê ne can be
·Bera li pê be li rêya tirbê be
·Bisekin sala ker nemirê
·Bi sebrê mar ji qula xwe der tê
·Bi sebrê qoriq dibe tirî
·Bi kerê nikane dibeze kurtên
·Bi tir-fisa caw boye nabe Bi tir-fisa caw boye nabe
·Bi dîna gêçûta sedike
·Bi gotina jinê ket dosheka mirinê
·Bi çavekî li min binêre ta ez bi her duwan li te binêrim
·Bi rih û rihmane lê di bin re sheytan e
·Bizna malxwar devê xwe davêje her derekê
·Bocî yê te bi zorê shand nêçîrê tishtekî nîne
·Bûka ser hespê kes nizane qismeta kê
·Çiya li çiya nakevin lê însan hevdu dibînin
·Sebir mîrê Misirê ye
·Dayê bibîn, dotê werîn
·Dilê mîvan ji mîvan teng e,lê dilê xwedyê malê jî ji her duyan deng e
·Dibêjin heft çêrok hurçê hene gish li ser dara hulyê ne
·Jina bi gotina wek kera bi shûjina
·Wek Pisîka heft ruhî
·Ji cîrana dieelime îzana
·Yê mêr pê dadaye xew kir lê yê birçî xew nekir
·Ez dibêjim hurç ew dibêje rêç
·Zikê têr hajî yê birçî tune ye
·Gêrmîya kundir ji qeh çêtire
·Hêstî ji dest kûçikan nate girtin
·Hêshtir hate pûlekî û ew pûl nehat dîtin
·Hinek dikin û hinek jî dixun
·Kêla min serê xwe she nake îlle bi sheyê mûshkin
·Li ser rêka Helebê li nala digere
·Li kelepîrya digere
·Li kerê mirî digere ta nalan jêbike
·Li dayîkê binêre û qîzê bixwaz
·Mala bi kew bi dew nabe
·Ne li mala min nizane bi halê min
·Li ber fûsikê morikan pê ve dike
·Qulpan bi hêlînan dixîne
·Çiqas kash û kûsh hene weqas jî ser devberjêr hene
·Çiqas singan bikutim wiqas cihêr tu yê pêxî
·Ger her kûçikek rewî tu keviran bavêje wê kevir xilasbin
·Ji ber cîranan keviran nevêje kûçikên wan
·Her kilîtek ji derî re nabe
·Toka sheytên bi stoyê sheytên dikeve
·Tu bû berxê Misteshêr
·Tu bû hêtshtirê dewletê
·Koza berxan li ber qula guran
·Xêr û gunehên te li stoyê te ne
·Ji hêshtir guhekî lê dimîne
·Kevir dihere û tol dibe û li cihê xwe disekine
·Zêr li cihê xwe girane
·Tu bû wek wê rovîyê me ji mirîshkên xwe re tûmar kirî bû
·Êl ji xwe re bi qeshmer dikene û qeshmer jî ji xwe re bi êlê dikene
·Shev kal bû dîk lal bû
·Mar hîn bi çûke serî jê bike
·Ji ava meyî bitirse û ji ava kir xushxush jî netirse
·Mîvanê nu hat yê kevin dibe xilat
·Heft avcenî kerê hene ket avê gishan ji bîr dike
·Ji culha caw hesret e
·Ger pak biba masîyê resh wê di avê de sipî biba
·Mihîna kihêl zengîyan naghîne xwe
·Ger bi xewê biba meriv, wê kûsîyê bi meriv ba
·Shûjina meran bi meran ve xweya nake lê derzîya ber serê xelkê xweyan dike
·Histiriyê di çavê xelkê de dixuye, lê darê çavê mera naxuye
·Êvarên înê insanan têr nakin
·Ger bavê xwe ne dîtiba wê gotiba ez kîme
·Wî sifra bavê xwe nedîtiye
·Roja gesh di sibe yê re bêlî ye
·Îda bi çûk berî ya mezine
·Qusûr ya çûka ye lê efû ya mezina ye
·Kero nemir bihar wa ye hat û pîrê nemir ha pincar wa ye hat
·Firfirka li ber til e, çep û rast diftile
·Nav giran e lê mezel wêran e
·Kes newîre jê re bêje kêlê kêlmêshê
·Kulîka di çîm de, hefkî çû bihn da, ya te pir bi ûn de
·Çavên resh kilê naxwazin
·Tu bû Erebê tir kirî
·Xult axê dikole û bi ser serê xwe de dike
·Serîyê bi rishk ma yê bi shushtinê çibike
·Hundir bi qurbanî derve be û derve bi qurbanî hundir be
·Pere gemara destên camêran e
·Hûr bajo û kûr bajo lê dewaran nêshîne
·Qumcî (zêrkar) zêrên xwe nas dike
·Merivê kûr li çavan digere û merivê kose li rihan digere û merivê kehr jî li guhan digere
·Rovî ne çû qulekê hejek di dûvê xwe girêda
·Mirîshka kûr di xewnê de dikeve embarê genim û garis
·Te li min kir wek ettarê dimis
·Derdan ji derd pêketyan pirske
·Ne dîtina Ereb û ne shîrê hêshtir
·Ne ditina gur û ne oxira gur
·Tu bû ettarê sêv gemirî
·Ger rovîyek bigere ji shêrekî xew kirî bashtir e
·Çêlka ordekê bi derketina xwe ji hêlînê avcenîyê zane
·Eger hat hêge û eger çû tim di pê ke
·Tira xwe neke kûnên xelkê
·Rezîltî hate dûvê kûçik
·Nanek nanek çû arvanek
·Ji tersa shivanan re çû cem gavanan
·Xwedê gûzan dide merivê bê diran
·Dilê tisok sîngê sipî nabîne
·Pirs bi pirs meriv dighîne mala xwedê
·Xwedê kevirekî li mera dixîne û yekî jî di ser meran re digre
·Dest di ser destan re henin heya mala xwedê
·Her rojekê Padîshayekî xwe heye
·Nanê shil Xwedê nexe zikên merivan
·Mala gur e ne ard û ne bulxir e
·Mal bê ard dibe lê jin bê benît nabe
·Tu bû sipiya di ber piziyan de
·Tatê Ereb li kerê girêdayî dixîne
·Hîn hêlîn bi poz va ye, zawacê dixwaze
·Ew hîn kerê ne zirî ye
·Dixwaze mirîshkên xwe bi qazên xelkê re bifirîne
·Kes nabêje dewê min tirshe
·Ger mastê pêxinber be tulîka xwe pêdixîne
·Mar çiqas ji pûngê xwelî ye, pûng di ber pozê wî de tim shîn dibe
·Ger dostê te dimis be jî gishî nelêse
·Kar di rêça bizinê re diçe
·Zêr dîsa bi hewcedarî axê dibe
·Kose hîn li bîra rihaye
·Dar li ser koka xwe shîn dibe
·Tu bû wek kûsiyê berî kêrgiyê gihîshtî cih
·Xwedê ji te mestir e fedîke û bitirse
·Kûçik li ser sergiyên xwe xedarin
·Gotinên pîs diherin ezmanan û vedigerin li xwedanan
·Nifir û niçir bi heqanî
·Xoce jî li Quranê shash dibe
·Merivê li hespê xelkê tim peya ye
·Tu dsetên xwe bavêje axê bi dest te de bi zêr be
·Cila ji mala te re gerek ji Camiyê re heram e
·Nan ji êlê û av jî ji golê
·Xerîban Xwedê nexe nav miletan
·Qazik digere serdevka xwe dibîne
·Xwedê te ji shera biparêze
·Xwedê karê pîs nake
·Hec li her merivekî nakeve
·Sîfîlî kirasekî ji agir e
·Çavê rastê ne xema çavê çepê ye
·Jin dunya ye
·Jin gula mala ye
·Keran li cem hev girêde ji hev hîn dibin tir û fisa
·Xwedê çiyan dibîne û berfê lê dibarîne
·Heçî yê merivê feqîr tim qelishî ye
·Ji karekî kir didu
·Ji simbêla kir di rihan da
·Dest reht li ser zikê beht
·Hecî bi wesekan nabe
·Pêçiyên destan ne yekin
·Lingên xwe li gorî dosheka xwe dirêjke
·Heya kevî kilda çav kûrkir
·Ker sibêrgeha mala ye
·Kuçikan tim biqusîne nabin tajî
·Xeta xar ji gayê mezin e
·Ne ker ket û ne hîz dirî
·Ma min kefa destên xwe bihn kirî
·Ma min duhnê qirikê di xwe dayî
·Ker bikeve diran wê bishkên
·Bû wek hespê çelengîr
·Ker bikeve ji xwedana mekintir kes tune ye
·Ger dilê shivan bixwaze wê telme ji nêrî bike
·Bi gur re dixwe û bi shivan re lê digere
·Bera mera çûkê gura be û ne shûkê birabe
·Yên destên mera dikin dî û bavên mera nakin
·Xêr dibin xiyar
·Kûnên miryan bi dimise
·Eger shêr kal bû dibe kenê roviyan
·Tu dar serîo gihîshtine ezmanan tune ne
·Gerek mera ne wek bizna bi qoçekê be
·Eger ne ji xêrnexwaza be gur û mihî wê bi hev re bijîn
·Tu dixwaze tirî bixwe yan jî baxçevan kotek bike
·dizê engûran payîzê bêlî dike
·kumê darê ji darê ye
·Til bê ba nabin û gelî bê av nabin û çiya bê berf nabin û qîz bê mêr nabin
·Malê ne ji lawê çê re bike û ne ji lawê xerap re
·Dîkê çê di hêlînê de bêlî ye
·Çi rijî û çi bijî
·Xêran bike û bi avê de berde
·Jina jin li ber darê dergûshê bêlî dike
·Bext hebe text yê bi xwe were
·Ma min ke.ka te xwarî
·Meryê mêr di geçûtên teng de tê bêlî kirin
·Kûna tirok nanê ciheyî sebebe
·Qazikê got: Binê min zêr e kefçî got: Niha ez ji binê te hatim
·Carên werin ber caran kerên dûv qut yê werin ber baran
·Tu ne bû ye mishk ta tu arshûjinan bixwe
·Ma virr bi kavira ne
·Hêshtir çiqas mezine zarokek serî dikshîne
·Devê rovî negihîsht mishmishê got: tirsh e (Devê rovî negiha tirî, got: qoriq e)
·Bi rovî re gotin : Me tu kir Padîshahê mirîkan got: Ma ji bilî vî karî li ba we tuneye
·Bi qatirê re gotin: Bavê te kî ye, got : Xalê min bergîr e
·Ker bi kerbûna xwe di derekê re çû û ket tu car din di wir re nare
·Tu serî kêl di bin kuman de tune ne
·Destê merivê camêr nate girtin
·Çûyîn bi ya mera ye lê hatin bi ya Xwedê ye
·Gotinek xwesh biharek dila
·Ker tim ker e ger here Bexdadê û vegere
·Ji bo karê xwe bi keshîshan re bêje bavo
·Merivê har bi ser kêra xwe de dikeve
·Sheytan ji kîskê xwe dixwe
·Ji xezalê bezotir tune ne lê Shansa xwe pirtir nabîne
·Her kes girî li miriyên xwe dike
·Ger tu nere ashê pash yê pêsh bi te shirîn nabe
·Masî di serî de digemire
·Mala pir jina xerap bû ser û bina
·Kes bê rihm nare
·Ker wê çibike bi bihna gulê
·Mêrantî û jinbûn ne bi pera ye
·Ger aqil bi pera ba minê yek ji kerê xwe re bikirya
·Xwe kirin bin destên jinan ketin bin destên dijminan
·Zarokê te te dishîne deryê dijmin
·Pîsî jî ji genim e
·Hevaltî ne bi pera ye
·Min bi te nikarî ma ez bi xwe jî nikarim
·Ger bi nêrînê têrbûn heba kûçik wê têr biba
·Xew û mirinê ve yekin
·Hêstî ji dest kûçikan nate girtin
·Ger mirina kûçikan hat diherin bi koshiya camiyê de mîz dikin
·ji xoce bangildaneke
·Çûk minê bi çûkanî, te mala xwe xera kir ya min jî bi ser de danî
·Di ber merivê pîs de xwe nêshîn
·kûçik bê nan li ber malan nasekinin
·Dijminê dijminê min hevalê min e
·Yê ku hindik nizan e pirî jî nizan e
·Golkê malê ji gayê malê natirse
·Ger tu xizmeta xerîbyan bikî tu li zirarê yî
·Yê tu bi girî kir heval e û yê tu kenand jî dijmin e
·Ger çiya li çiya keve wî ne xeme
·Ger deta Hemqê gi biewite gurzek pûsh yê me te de tune ye
·jin roniya malê ne lê mêr jî stûnê malê ne
·Keviran navêje gola tu jê vedixwe
·Ax çiqas pir e lê mar bi qinyat dixwe
·Du serî di qazikekê de nakelin
·Du zebesh bi destekî natên hilînan
·Du kar bi hev re nabin
·Lome yan insanan bi çav dikin yan jî kûr dikin
·Kêl û mizînên te bi dest xelkê ne
·Hecî ye û sofî ye bi desmala sipî ye
·ji nuh ve giharekîbi guh ve
·Kalê bi yar û havîna bi du bihar û pîra guh bi gihar
·Geya li ser koka xwe shîn dibe
·Xwarzî li xalanan tên
·Min ardê xwe bêt û min kepeka xwe rêt
·Bi merivê dîn re hingiv nexwe
·Çû seferê hat kerê berê
·Her derdekî dermanekî xwe heye
·Tu bû gawirê Misqofê
·Tu bû gawirê Xeyberê
·Dûr here bi selametî were
·Dizê îro hêlîn dizî wê siba hêshtir jî bidize
·Ger perên te tune bin merivên te jî tune ne
·Dîkê rojekê be lê ne mirîshka salekê be
·Tu cih maran û bêlî tune ne
·Zor gêzeran hildike
·Mihî bi lingên xwe û bizin bi lingên xwe her kes dihere ber singê xwe
·Hesin bi hesin bikut
·Bixwaz kerên cîranan bi dudubin heya yê te bibe yek
·Rihî dibe bost lê dijmin nabe dost
·Ker û kûçik hevalin
·Ne her çêl tê dotin û ne her shor tê gotin Mal bê ard dibe lê jin bê benît nabe.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]