Nûçe û Nivîsar
Wêje û Huner
E-pirtûk
Efrîn
Wêne
Têkilî
Link
Erþîv
Reklam
Vîdeo darwisch
3.01.2010
efrin.net
Malpera Lîstikan
18.07.2008
efrin.net
Malpera Lîstikan

Malperên Kurdî
Radio û Têlevizyon
Kurdistan TV
RojTV
Mesopotamia TV
KurdSat TV
Zagros
MMC
Tishk TV
Efrin TV
Azadi TV
Radio Multikulti
SBS Radio
Endam





Qey te þîfre ji bîr kir?

Kurdî

عربي

Deutsch
efrin.net 2003 - 2006
Lêgerîn:
3.jpg
Konfiransa xelata zêrîn ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ( Yekîtî)
Rêxistina Ewropa
efrin.net   
20.05.2007
Daxuyaniya encama konfiransa þeþê ya Rêxistina Ewropa ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a kurd li Sûriyê
Piþtî lidarketina konfiransên þaxên Rêxistina Ewropa ya partiya me, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, konfiransa Rêxistina Ewropa, ya ku bi navê “konfiransa xelata zêrîn” hatiye binavkirin, di rojên 12.-13.05.2007-an de bi beþdariya nûnerên hemû rêxistin û þaxan di bin dirûþmeyên jêrîn de hate lidarxistin:
– Xebat ji bo avakirina encûmeneke revenda kurd li Ewropa
– Xebat ji bo lidarxistina kongirekî netewî kurdî û pêkanîna yekîtiyên rêxistinî
– Hertiþt ji bo avakirina ragihandineke pêþketî.

Di konfiransê de nûnerên þax û rêxistinên partiya me, yên ku ji sêzdeh dewletên ewropî hati bûn, beþdar bû bûn.
Civata sereta ya konfiransê bi sirûda netewî Ey Reqîb û bi rawestandina kêliyeke bêdeng li ser giyana pakrewanên Kurd û Kurdistanê des pê kir. Dûre jî nameya Komîteya Serkirdayetiya Partiyê hate xwendin. Di pey re jî gotinên partî û rêxistinên mêvan û birûskên ku ji konfiransê re hati bûn þandin, hatin pêþkêþkirin. Piþt re jî hinek heval û kesayetiyên welatparêz, ku berê Komîta Rêxistina Ewropa li ser rawestiya bû û biryara xelata wan girti bû, ji ber xebat û çalakiya wan hatin xelatkirin. Loma jî konfirans di dû re bi navê “konfiransa xelata zêrîn” hate binavkirin. Li dawiya civata sereta jî berpirsiyarê rêxistina Ewropa gotineke rêzanî pêþkêþ kir.
Civata taybet ya konfiransê bi gotina telefonî ya serokê Partiyê rêzdar Îsmayîl Omer dest pê kir. Berî ku Komîteya Ewropa rapora xwe pêþkêþ bike komîteyek ji bo rêvebirina konfiransê hate hilbijartin. Di rapora Komîta Ewropa de li ser hemû rewþan (rêzanî, rêxistinî, çalakî û kêmkasî, diravî … û hwd.) hati bû rawestandin.

Di warê rêzanî de rapor bi ferehî li ser guhartinên li herêma Rojhilata Navîn û pêdiviyên nû, yên ku ev guhartin dixin stûyê Tevgera Rizgarîxwaza Kurd, rawestiya bû. Di vî warî de raporê bi zelalî da xuyakirin ku rêjîma Sûriyê ya þoven û totalîter “welat tev kiriye zindaneke mezin û hêzên xwe yên ewlekariyê jê re kirine dergevan. Desthilateke weha, helbet, ne dixwaze û ne jî dikare tu çareseriyê ji kêþeyên niþtimanî re, di nav wan de jî doza gelê kurd, bibîne. Ji ber van sedeman guhartina demokratane ya aþtiyane pêwistiyeke niþtimanî, netewî, herêmî û navnetewî ye jî, ku bi lez û bê dudilî tê xwestin. Ev guhartin jî, bê guman, di pileya yekê de erk û stûbariya hêzên rikberiya Sûriyê serûber e. Ji bo vê armanca pîroz yekgirtina hêzên rikber yên Sûriyê serûber giringiyeke xwe ye dîrokî di vê qonaxê de heye. Di vî warî de ‘Ragihandina Þamê’ ji bo yekgirtina opozisyona niþtimanî, dawîlêanîna totalîterî, stemkarî û yekpartîtiyê û pêkanîna guhartinên demokrat li Sûriyê gaveke pîroz e. Di ser van hemûyan re divê doza gelê me yê kurd weke dozeke niþtîmanî ya herî sereke bête nasîn û xebat ji ber ve bête kirin. Ne tenê li Efrîn, Kobaniyê, Girê Sipî û Cizîrê, lê belê li seranserî Sûriyê. Gelê me, yê ku ji berê û paþê de li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, maf heye ku li gor yasa, bîrdoz û zagonên bingehîn yên navnetewî û mafên gel û neteweyan hemû mafên xwe yê netewî yên rewa û dadmend bi dest xîne. Ev jî berî her tiþtî bi yekbûna me Kurdan û bi xebata me ya hevbeþ ligel pêkhatiyên Sûriyê yên curecur tête meydanê…”. Herweha raporê dupat kir ku “îroj ji hemû rojan bêtir, tekoþîna gelê me yê kurd pêdivî bi yekgirtina ref û rêzên tevgera siyasî heye, da ku rêz li rasteqînî û rewaya pirsa kurd li Sûriyê bête girtin û bête pejirandin; da ku gelê me cihê xwe yê xwerist di pêþeroja Sûriyê de, ev welatê ku divê welatê kurd, ereb û pêkhatiyên din yên vî welatî be, bigre”.

Warê rêxistinî ciyekî taybet di rapor û danûstandina hevalan de hebû. Li rex diyarkirina aliyên erênî û neyênî yên di sê salên borî de rû dane raporê diyar kir ku “mirov dikare bêje ku rêxistina me li Ewropa dikarî bû, di pêvejoya van sê salên borî de, xwe biparêze û heta bi radeyekê kar û xebata xwe bi pêþ ve jî bibe. Herçendî ew ne li gor hêviyên me tevan be jî”. Herweha hate diyarkirin ku “li herdu welatan, Nemsa û Swêsra, rêxistina me gelekî bi pêþde çû. Nuha li herdu welatan gelek heval û rêxistinên bi rêkûpêk hatine avakirin. Li þaxên din jî rêxistin yan berve pêþdabûnê bûn, yan bi kêmanî di asta xweparastinê de bûn”.

Konfirans li ser kar û çalakiyên bûyî rawestî û ew bi giyaneke hevalane nirxandin. Herweha ji bo hîn bêtir pêþdebirina kar û xebatê hinek rexin, pêþniyar û biryar hatin wergirtin, nemaze jî di warê pêþdebirina þêweyên ragihandin û têkiliyan de. Herweha biryara avakirina komîteyekê ji bo amadekirina projeyekê ji bo hemawazkirina kar û xebatê bi rewþa Ewropa re hate girtin.
Herweha li ser rewþa ragihandinê û ya diravî jî bi firehî hate rawestandin û þirovekirin. Li dawiyê jî hinek pêþniyar û biryar di van waran hatin wergirtin.

Li dawiya konfiransê beþdaran bi awayekî demokratane berpirsiyarê Rêxistina Ewropa hilbijartin. Herweha li gor peveka tozika Partiyê nivîsgehek ji sê hevalan (berpirsiyarê rêxistinî, yê têkiliyan û yê ragihandinê) hate hilbijartin.

Hevalê berpirsiyarê Ewropa bi gotinekê spasiya komîteya kevin û hemû beþdarên konfiransê bona cefakêþiya wan ya va dema borî kir. Piþt re jî ligel komîteya nû sonda partiyê xwar.

Hêjayî gotinê ye ku konfiransa me bi awayekî serkeftiyane û giyaneke hevalane bi dawî bû. Hemû heval jî bi viyan û hesteke xort ji bo karekî hîn baþtir û serkeftîtir konfiransa xwe bi dawî anîn.


Serkeftin ji doza gelê me ya netewî, demokrat û damdmend re
Bijî azadî, demokratî û wekhev
î

Almaniya, 18.05.2007

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê
Komîteya Serkirdayetiya Rêxistina Ewropa
Wêje û Huner
RONDIKÊN MIN
28.07.2010
Demhat Dêrikî
Esmerê,
Wê þevê ew dilbuhariya min ya ku ji çavan destegul belav dikirin
ber bi þevistan, ewristan û baranistanan ve bû rêwî û di nav tixûbên
dengvedana birûsik qeyrana heneseyên min de, çend dîmen; ji þewatê
Landika xewnan
23.07.2010
Nizar yosif
Honandin a keziyên çend zeriyan
Biskên çend dilberan
Li hev birês im
Werîs ê hêmandin ê
Sibehên Amedê
18.07.2010
Ehmedê Huseynî
1

Vê sibehê,
li te digeriyam,
li þûnþopa nalîna te,
Çalakî
Karikator

Silo
Berhemên bêtir têne xwendin
(C) Copyright 2010 - All Right Reserved [efrin.net] [webmaster@efrin.net]