Nûçe û Nivîsar
Wêje û Huner
E-pirtûk
Efrîn
Wêne
Têkilî
Link
Erþîv
Reklam
Vîdeo darwisch
3.01.2010
efrin.net
Malpera Lîstikan
18.07.2008
efrin.net
Malpera Lîstikan

Malperên Kurdî
Radio û Têlevizyon
Kurdistan TV
RojTV
Mesopotamia TV
KurdSat TV
Zagros
MMC
Tishk TV
Efrin TV
Azadi TV
Radio Multikulti
SBS Radio
Endam





Qey te þîfre ji bîr kir?

Kurdî

عربي

Deutsch
efrin.net 2003 - 2006
Lêgerîn:
11.jpg
YANÎS RÎTSOS : Dengek spehî da Girîkistanê!.
Bêkes Têlo   
24.06.2010
Yanîs Rîtsos – (1909-1990)helbestvanek ji malzaroka wêjeya xweliyeke ku cîhan tev deyndarê wê ne, ji dayik bûye.Welatek ji nivþên xwe re yên pêþêrojê bermayên pir hêja pêþkêþ kirye ,û ta radeyekê bo hemû cîhanê pênasîn daye .Berhemên nivîskar û fîlosofan mîna Homîros, Arîstotêlîs,Sokrat û yên dîtir ku berhmên giranbûha,qîmetdar, weke feleknasî,tendirûstî,fîlosofî,þano,wêje ji vê cîhanê re hiþtin e .
Y.Rîtsos ji vê kaniyê tîbûna xwe radike û dibe berdewamiya ziman û fantanziya wî nivþê kevin .Y.Rîtsos herî berztîrîn helbestvan e li Girîkistana modern ,û li cîhanê pir navdare,bi rûmeke mezin derhênanên wî li ber çav tê dîtin .Sala 1909 li Monemvasia ji dayik bûye di malbateke têrmal de,Ji biçûkanî karkirye,jiyana vî helbestvanî bi birînê ,ji nexweþî û nêrînin ramyarî,bê guman ev di giyanî wî de þopek canêþ dihêle.Bi dîlan û þêwekariyê Mijul bûbû û pir zû tevlî helbestê bû ,lê bê bextewarî zû li deriyê wî xist gava birakî xwe ji nexweþiya tiprkoloz(sil) winda kir. Paþ demke kurt diya wî bi eynî nexweþiyê jiyana xwe ji dest dide. Rewþa tal ya malbatê, ji dînbûna bav çimkî hemû sermeyanên xwe di qumarê de winda kir û mirina xûþak wî ji tiprkolozê bandorek bi keder lê hiþt û pirtûkek bi navê ,, strana xûþka min,, bo wê nivîsand . Y.Rîtsos ji vê mîratê nefilitî,bi tiprkolozê dikeve û rewþa wî pir zor dibe ,di pêvajoiya berhmdana wî de û pir caran rewþa mirinê nêzîkî wî dibû.
Bi rastî Y.Rîtsos weke hevîrekî matmayî ye,jiyanek ji bûyer û rûdanên neyeksane pêrgî wî dibin lê ji a xwe daneket,weke me got nexwþî û jiyana zîndangehê bi salan, mor û þop li giyan wî neqþkir in û bi taybetî jiyana li surgûnê, di hin berhemên wî de xweþ berz dibe.Helbestvan sala 1933 xwe bi çepîtiyê girêdide û sala 1934 dibe hevkarê rojnama ,,rîzospastîkî,, ,,radikal an rêformxwaz ,, ya partiya komunîst. Berhema yekem pirtûkek ji helbestên xwe weþand ,,Traktor ,, sala 1934 û sala 1935,,pyramîd,,sala1936 ,, Êpîtafîtos,,sala 1937,,strana xûþka min,, û di sala 1965 de xelata niþtimanî werdiger ser helbesta ya navdar,,Sonata rohniya heyvê,,ku ev nav ji berhema mûzîkvanê navdar Bêthovin birye.
di 1936 helebesta wî tê weþandin ya bi navê ,, Êpîtafîtos,, di rojnama ,,tîpên Nû,, bi koda K.Eleftêriyo bo bîranîna xwepêþandana karkerên kargeha tutinê ,30 kaker cangorî dibin di encama fîþek berdanê ji rexê polîsan ve ,Rîtsos sê rojan bi tenê li mal ,derî lê girtî, helbesta ,,Êpîtafîos,, ku helbestek þînî û girî ye ji 14 xêzan nivîsand ku dayikek li ser tirmê kurê xwe gilî û þînî vedibêje dide nîþandan. Salaên dagirkeriyê jîyaye û bejdariya berxwedanê li dij dagirkeran bûye. Ji sala 1948 -1952 hatiye surgûn kirin ji ber endamê ,,Eniya rizgarkirina netewî,, bû.Pir caran jî hatiye zîndan kirin, û rojekê razayî li mala xwe li Atîna sala 1990 henasa wî çikya û çû ser dilovaniya xwe.Ji bilî helbestên niþtîmanî , helbestên êrotîk jî xweþ anî ye ziman bi lêvdanek hestyarî , aram û nizm ligel pêvajokek vebêjiyê û tevlehv kirina rewþa jiyanê bi kabûs û xewnan ve weke pesnek ji afirandina wî xweþ diyare.Ji wan hin bi bîr tînim ,,laþê tazî,, , ,,Odak biçûk di maleke sor de,, .
Bi gelemperî berhemdanên wî ji helbestan ,li dor100 pirtûkî hene û 4 berhemên þano ji bilî wergera pir helbestvanên cîhanê bo zimnaê Girîkî,wisa li pey xwe sermeyanek payebilind ji berheman hiþt. Rîtsos bi berdewanî diafirand û piraniya hunermendên navdar li Girîkistanê helbestên wî kirne stran mina Dalaras, Marya Farantûrî,Mêlîna Mêrkûrî ,lê helebsta ya herî navdar ,,Romyosînî ,,ye. Ev helbasta Romyosînî bûye stranek gelerî bi alîkariya Mûzîkjenê navneteweyî Mîkîs Têodorakîs hatiye arajekirin.

Helbesta ,, Romyosînî ,, pir niþtiman perwerî ye di qonaxa þoreþa netewî nivîsandiye û ev peyv , paþ ji hevketina Padîþahiya Vêzentî di sedsala 15 an de,belav bû weke destnîþana netewe, sînonîma Helînîzm ê ye,destnîþana prînsipên bilind ji nasnameya netewî û Ola romiyan yên Ordotoks dike.
Nexwe em li hember vî mirovê gewre ku 6 sal surgûn dîtiye,bejdariya tevgera azadîxwaza Girîkistanê bûye ,pir hesker e ji rexê gel ve û ta radeyeke ji gelên cîhanê ve tê hezkirin.Pandora Rîtsos ku paþ Kafafî tê ser asta rist û wêjeya Girîkistana nûdem ku wisa tê dîtin,li ser pir helbestvanên cîhanê bandor kirye ,ta li ser hin helbestvanên kurd jî bandorek xuyayî kirye weke helbestvan Ehmed Huseynî,H.Hebeþ û yê dîtir.Helbestvanê herî pir nivîs, xwedî mijarên weke tenayetî,jiyana rojane, pîrîtî ,mirin,çerx û þûmiya jînê tê pejrandin.Piraniya berhemên wî hêvî û jiyan di wan de berz dibin û ez karim bêjim ku ser sê bingehên herî xort weke,dilyarî,azadî û dadwerî Rîtsos di berheman de xwe sipartî ye.

Helbestên wî hêja û bedewin ,ji mirov re ,ji þoreþ û spehîtî re straye ,ji êþa xwe ve li zarkêþiya cîhanê bi dûrbînê temaþ dikir .Hergav hewl daye hêstirên cîhanê bike stran û destên mirovan bighên hev,lê li welatê xwe, rabû ser pêyan li hember dadgerî û vê dawiyê li hember dîktatûriya Conta nijandperêst li Girîkistanê û li rexê azarkêþan,zîndankiran sekinî.Mûzîkjenê navdar M.Têodorakîs li ser gotiye :Rîtsos ew giyanê Hêlînîzma pîroz e ,ku di ezmanê ristê de ber bi jor ve firandiye.Û li cihekî din helbestvanê Frensî Liwîs Aragon dibêje : ,,Rîtsos qîrîna dawî bo birçiyan û bindestan bû,, û bi gelemperî tu hewcedarî bi danasîna Rîtsos nîne ,lê pêdivî heye bi nûderhênan wî ji xwe re her gave ji ber ezmûna wî ya ristê em bikin . Çimkî helbestvaneke gewreye weke Aragon dibêje :: herî gewretirîn helbestvanê çerxa xwe bû,çerxa ku helbestvanên mîna Nazim Xukmet,Pol Elourd ku pir dengvedan dabûn. Ta mirina xwe ser pirînsipên xwe ma û wan parast,ew di wijand û damarên gel ê xwe de ma. Di cîhana wî ya afirandinê de, tiþtên normal yê rojane weke meteryal bo ristê dixebitîne.Em van tiþtan dibînin bo me bê wate ne,lê Rîtsos wan jîndewar û bi vejîn dike,fantaziyeke lê heye pir fireh û nazik e .Di zimanê wî de naverok veþartiye û xwenêr malavanî dike bo mebset û daxwaza helbestvan zaft bike.Y.Rîtsos vebêjî û çîrokbêjiyê bi renge paxþan e di piraniya helbestên xwe de bi kar tîne,nav û tiþtan ji jyana me digre û wan dihêle bibin xwedî deng û awazekî ji wan re diafirîne . Cîhana xwezahî dike ku biaxive, helbestê dixemilîne,wêneyên neyeksane û matmayî bo me pêþkêþ dike.Pir xelat wergirtiye ev mêr ê ku dengek spehî da Girîkistanê ,hin ji wan ez ê rêz bikim.
• xelata navnetewî bo rist ê (Belçîka 1972)
• *xelata C.Dîmitrov Bûlgarya (1975)
• *xelata Alfê de vinû Fransa (1975)
• *xelata Aytna –Taopmîna Îtalya (1976)
• Xelata Lênîn yekîtiya sovyêta berê (1977).

• Belê ,ev helbestvan yê lîstika Olompîk ê ,xemgîngir û bêkes e ,ji jiyanê durketî,hestyar bû ta wê qonaxê ku ji hemû herîkên jiyanê û alavên wê mijandin dikir.Ew kesê ku di hundirê xwe de laþên mirovan dihilîne,bist e bistên wî bi mirinê û demê re,ji hevketina wan û du rû ya wan ,ji mijara helbestên wî bûn . Dikirim welê bêjim ku Y,Rîtsos bi pêwendiyeke lêgerînî ye bo jiyanek azad hergav hewl dida, bi kurtî Yanîs Rîtsos xwe vedibêje.
• Par bi biryarek ji wezerata çandî ya Girîkistanê ku sala 2009 ya helbestvan Yanîs Rîtsos e, pejirand .bi derbaskirina 100 saliya wî,helbestvanê ku ez jê fêr bûm pir hêjayên jiyan û pirînsipên wê û jê re dibêjim tu min dibînî ji cihê ku tu lêyî?gel ê min, ji wan gelên belengaz û tekoþer ê azadiyê ye ku te ji wan re hergav strana jiyana berxwedanê û fantaziya wan te dixemiland . Di taliyê de dibêjim ku baweriyek pir xort li ba wî hebû ku rist kar e jiyana me bighurîn e.loma hemû hêza xwe daye. Nivîskar û wêjevan e mezin Kosatas Palamas ser Yanîs Rîtsos dibêje : ,,Em bejna xwe ditawînin…bo ku tu derbas bibî,, bi vê hevokê gotarê diqedînim.







*,,Romyosînî,,

Evan daran, bi ezmanekî biçûktir qayîl nabin
Evan keviran, li jêr gavên biyaniyan qayîl nabin
Evan rû, ku ne li ber rokê bin qayîl nabin
Evan dilan ku ne xwedî maf bin qayîl nabin .

Ev dîmen pir hiþk e weke bêdengiyê ye ,
bi pêsirên xwe ve kevirên þewatker digvêþe ,
di ronahiyê de, dar zeytûnên sêwî û werzên xwe digvêþe
û diranan digvêþe..av nîne,tenha ronahî ye .

Rê di ronahiyê de winda dibe
Û sîbera zerîbê ji hesin e,
Dar , çem û deng di kilsa rokê de dihatin mermer kirin .
Reh werîsên tozgirtî bi ser mermerê dikeve
Qantir û teht borîn dikin …av tune ye,
Hemû tînin,niha ev bi salan e.
hemû , tevî mereziya wan devkirina ezman dicûn.
çavên wan sorin ji bê xew mayînê
birînek kûr di neqeba birhên wan de
weke dara kajê di neqeba du çiyan de , di kêlîka rojavahiyê de.

Destên wan zeft kirî bi tivingê
Tiving berdewamiya destên wan e
Destên wan berdewaniya giyanê wan e
li ser lêvên wan hêrsbûn
û di çavên wan de merez heye
weke stêrkek di koncaleke xwê de.

Gava dest digvêþin, rok bo mirovan bê guman e
gava bi lêv ken dibin, tayrokek biçûk ji rihên wan yên hovane difire
Gava radikevin, duwazdeh stêrk ji bêrîkên wan yên vala dikevin
Gava tên kuþtin, jiyan ber bi jor ve, bi alan û dahol, dice .



Weqas sal, hemû birçî dibin, hemû tî dibin,
hemû cangorî dibin, bi derya û zemînê dorpêç kirî.
Germahî baxên wan xwar û þorahiyê xaniyên wan avdan dikir,
Ba , dergehên wan û hinek gul qedîfeyên wan yên li meydanê rûxand.
ji qulên paltoyên wan mirin tê û diçe,
Û zimanê wan mîna bejna dara kajê tûj e,
Segên wan mirin di sîbera wan de pêçkirî
Û baran li hestiyê wan dixîne.

Di sengera bekçiyê de li jor kevirbûyî ne, cigareyên rêx dikiþînin.
Û þev çavdêriya deryaya hêrs kirî dike,
xêz tîrêja heyvê di ava deryayê de diþkîne
Ne nan û ne jî ceblexane man e
niha topên xwe bi dilên xwe dadigirin.

Weqas sal ji deryayê û zemînê hatine dorpêç kirin
Hemû birçî man, hemû kuþtî ji westabûnê, lê tu kes nemir.
Li jor ji sengera bekçîtiyê Çavên wan dibirqînin ,bi alekî mezin û agirekî sor dadayî,
Û di her berbangê de , bi hezaran kevok ji destên wan bi aliyê herçar dergehên asoyê ve, difirin.
Ji helbestên .1930-1960

*,,Sonata ronahiya heyv ê,,

Êvareke buharê – odak mezin di maleke Kevin û mezin de,pîrejinek xeftanê reþ lê ,bi ciwanekî re diaxive.Çira pênexistin û ji herdu pêcereyan pir bi tûjahî ronahiya heyvê derbas dibe.Min jibîra kir ku bêjim ev pîrejina bi cilê rêþ sê pirtûkên helbest xwedî balkêþî weþandiye bi naverokek Olî.Nexwe pîre jin bi xortekî re diaxive.

Bihêle bi te re bêm……!
Ma çi heyevek spehî heye vê êvar ê ! ew ê sipîbûna porê min xuyanî neke.Ew ê heyv… disa porê min zêrîn bike,tu nikare têdbighîjî.
Bihêle bi te re bêm….!.
Gava heyv heye sîber di xanî de mezin dibin,destên nepenî perdan dikþîn in,tiliyek sawgir ser toza pîyano peyvên jibîrkirî dinivîsîne:Naxwazim te guhdarbim, hussss ! bê deng be !.
……………………….
……………..
Bihêle ez bi te re bêm...!
zanim her kes bi tenê ye ,di rêwîtiya dildarî , mirin û serkeftinê de.....veya zanim !
min hewl da xwe,lê bê sûde.
Bihêle ez bi te re bêm….!


*,,Odak biçûk di *mêzon ek sor de,,

I
Girek ji leymûnan
Ser mas ê
Ser rûniþtokan
Ser text
Tîrejên þewqa zer
Ber bi laþê te ve bazdidin
Êvarê kefxweþim , baran bi hazar leymûnan dibare
Û ji niþka ve zoom a nobetdarê daristanê
Kevroþkan ser nigên paþ disekînîne.
18.11.80 Diyakofto
II
Hey laþê bê guneh
Çend û çend þaþîtî
Bi derbas bûna heyvekê biçûk
Li ser darên tazî yên peyarê(resîf)
Leþkerên di pîknîka xwe de
Di bin dirabiyê de ,cixaran dikþênin
Roj tevî baran dibar e
Herîkîna avê ku dom dike ji karîzên rê guhdarim
Tevlî ku zanim bi vê billet ê
Êdî derenge.

Atîna 18.11.80
*mêzon fr : mal

*Laþê tazî

Got: ez þîn hildibijêrim !.
Ez sor!.
Û ez jî !.

Laþê te spehî ye
Laþê te mezin e
Di wê mezin ê de winda bûm.

Firehiya þev ê
Firehiya laþ
Firehiya giyan e .

Weqas tu dûr dikevî
Ez nêzîk te dibim
Stêrkek xaniyê min þewitand
Þev li min teng dibin
Bi nebûna te li vir
Bi te hilm dikþînim.

Zimanê min di devê te de
Zimanê te di devê min de
Daristaneke tarî.
Dervan û çûk wenda bûn
Tu li kû bî
Ez Li wira dijîm
Lêvên min dora guhên te digerin
Weqas biçûk û nazik
Çawa hemû mûzîk têde dire?
Þadî
piþtî ji dayikbûnê
piþtî mirinê
Talî û bê dawiya nohokê.
Dest didimTiliyên nigên te
çi cîhanek nayê hejmartin!.
di hin þevan de ,
çawa cîhan tev tê afirandin û rûxandin ?.

Ziman ji tiliyan wirtir dialêse ,pevgihayî dibe
Niha
bi henasên te re
gav û lêdana dilê min tê pîvan kirin

Du meh laþên me bihev neketibûn
Sedsalek
û neh xole .
ez ê çi bi stêrkan bikim
ger tu ne li vir bî ?
ez bi sorbûna xwînê re me …ez yê te me.
Atîna 24.9.80

Bêkes Têlo
12.6.2010

*sonata:peyveke latînî ye bi wateya,,guhdarbûn,, ,weke alavekî di mûzîka kalasîk de tê xebtandin.

• * Xwenêr ê rêzdar!. Min çend perçe ji helbestên rengereng yên Y.Rîtsos wergerand ji zimanê wî bo kurdî, bê alîkariya zimanekî din navber be.Rasterast ji Girîkî , helbestên niþtimanî û êrotîk bi hêvî me wergerek bi dilê we be û serkeftî be.
Wêje û Huner
Hêlîn a sar
9.09.2010
Nizar Yosif
Heyva pehîzê ya dawî
Fîzîn a xwezayê
Hertiþt bê deng
Rawestiyan
GURZEK PEXÞAN HELBEST JI ESMERA BAKUR RE
2.09.2010
Demhat Dêrikî
1.DA BIBIM PARÇEK JI XEWNÊN TE

Ji tizbiyên not û neh lib, ji kenên derewîn û awirên xapînok, ji roviyên di qehbîtiya felekê de bûyîn"þêr" direvim,
Li Qamiþlo
27.08.2010
Dilawerê Zengî
Kurê'm Ronî Xwedê zane!
Li Qamiþlo bû talan e!

Ne xewar be dilo rabe
Xewa þêrîn hilo rabe
Çalakî
Karikator

Silo
Berhemên bêtir têne xwendin
(C) Copyright 2010 - All Right Reserved [efrin.net] [webmaster@efrin.net]