Nûçe û Nivîsar
Wêje û Huner
E-pirtûk
Efrîn
Wêne
Têkilî
Link
Erþîv
Reklam
Vîdeo darwisch
3.01.2010
efrin.net
Malpera Lîstikan
18.07.2008
efrin.net
Malpera Lîstikan

Malperên Kurdî
Radio û Têlevizyon
Kurdistan TV
RojTV
Mesopotamia TV
KurdSat TV
Zagros
MMC
Tishk TV
Efrin TV
Azadi TV
Radio Multikulti
SBS Radio
Endam





Qey te þîfre ji bîr kir?

Kurdî

عربي

Deutsch
efrin.net 2003 - 2006
Lêgerîn:
1.jpg
Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreþiya keysbazên kurmanciyê(III)
Ehmedê Huseynî   
20.06.2010
Beþê sêyemîn:

Ronîkirin û destnîþankirina sextekarî û keysebazên kurmanciyê, çendîn dijwar û tal be, ew qasî jî dikare rexneyê ji xewa wê ya giran û sermedî hiþyar bike, sînorên zelal û ronak di navbera peyva dahênane, behremendiya rasteqîn e, paþxaneya dewlemend û di navbera nivîsandina bênasname de ava bike. Û çend xelekên windayî yên vê qonaxê, çend pirsên tirsnak ku dikarin bihingivin kesayetî, hiþmendî, ast û sewiyeta nivîsandina kurmanciyê, bidestxîne.
Di vê çarçeweya derbirînê de, çend mînak û nimûneyên ku pir bi hêsanî dikarin pirsan li pey xwe bihêlin, dikarin cîhan û dîmena nivîsandina bi Kurdî, rewþ û bergeha kurmanciyê, hem þirove bikin û hem jî alîkariya me bikin da ku em bêtir xwe nas bikin, arîþe, pirsgirêg û aloziyên zimanê xwe, di çarçeweyên teorî de, rave û li qelem bidin.

Nimûneya 1’ê:


Yûsiv Brodiskî (Joseph Brodsky) helbestvan û rewþenbîrekî mezin ê Rûsyayê ye. Bi zimanê rûsî dest bi nivîsandina helbestan dike. Di sala 1972ê de koçberî Emerîkayê kirin. Piþtî mayîna Brodiskî ya li Emerîkayê, bi zimanê ingilîzî dest bi nivîsandina helbestan kir.
Çunkî Brodiskî helbestvanekî xawen behremendî û qabileyet bû, ji boyî wî, madem hêza derbirînê heye, çi ziman be bila bibe, dikare xwe pê derbibire. Em ji bîr nekin ku Brodikî bi zimanê dayika xwe perwerde bûbû, hestên wî, hizir û boçûnên wî, têramandin û bîrên wî bi zimanê rûsî hatibûn damezirandin. Lê sir û razên vê derbirînê li ku ne? Nivîskarê ku bi rastî nivîskar be, ji alî derûnî û giyanî ve nivîskarekî rasteqîn e be, di çi zimanî de be, ger hînî wî zimanî bibe, dê bikaribe heman afirandinê bike.

Nimûneya 2’yê:

Çîroknivîs û romannivîsê kurd Helîm Yûsiv, bi zimanê erebî ku zimanê hînbûna seretayî û zimanê dibistanê bû, dest bi nivîsandinê kir. Berhema wî ya pêþîn ”Zilamê Avis” bi erebî derket. Dema ev berhem belav bû, di cîhana wêje û edebiyata Sûriyê de, wek berhemeke serencrakêþ û cihêwaz û taybetmend hate pejirandin û di der barê wê berhemê de bi dehan lêkolîn û nivîsên cihêreng hatin nivîsandin ku, di serencamê de, hemiya bi hev re, pêþwaziya nivîskarekî behremend û kurteçîrokek e nûjen, akzotîk û astbilind, dikirin. Piþtî ku Helîm Yûsiv xwe di zimanê hînbûnê de ku erebî bû, wek nivîskarekî xwedî behre, þêwaz, fantazî û xeyaleke dahênane çesipand, pêþkêþ kir û baweriya me giþan bi nivîsandina xwe anî, êdî ji mafê wî ye, madem nivîskarekî rastîn e, ku bi wêrekî û bi xwebawerî berê xwe bide zimanekî din jî. Dema ku berê xwe da kurmanciyê, bi heman alavan derbasî nîgaþ û derbirîn û fantaziya kurmanciyê bû. Sedema bingehîn a ku hiþt Helîm Yûsiv, piþtî veguhestina ji erebî ber bi kurmanciyê ve, asta xwe di kurmanciyê de biparêze û çêja xwe, rengê xwe, zimanê xwe bi destxîne ew e ku Helîm Yûsiv di zimanê dibistanê de dahêner û nivîskarekî serkeftî bû.
Ango, ger em Helîm Yûsiv bavêjin hundirê kîjan zimanî, piþtî ku fêrî wî zimanî bibe, dê bi wî zimanî, bi heman astê binivîsîne. Wisa bawer im ku piþtî çend salan dê Helîm Yûsiv dest bi elmanî jî bike..
Li vir, pêwist e em xalên hevbeþ û yên dijber di navbera Brodiskî û Yûsiv de destnîþan bikin, çunkî ev xal bi xwe dê alîkariya me ya têgihiþtina bareya keysebaziyê bike:
- Brodiskî bi rûsî, zimanê dayikê, xwendibû lê Helîm Yûsiv bi erebî ku ne zimanê dayikê ye.
- Brodiskî ji zimanê dayikê ku, zimanê hest û nest û têkperîn û hers û hizirîn û hiþmendî û perwerdeyî ye, diçe nivîsandina bi zimanekî din ku, bi salan ji nû ve fêr dibe û ji nû ve werdigire. Lê Helîm Yûsiv ji zimanekî din ku yê dibistan û hînbûn û perwerdeyiyê ye vedigere zimanê dayikê yê ku ji kolan û ji malbatê wergirtiye.
- Di zimanên nû de, herdû jî asta xwe ya afirandinê diparêzin.
- xala bingehîn a hevbeþ a di navbera wan de ya ku, di nivîsandina wan de, rê nade lerizandin û têkçûnê, bê guman, behremendî û qabileyet û rasteqîniya nasnameya nivîsandinê ya wan e.

Nimûneya 3’yê:


Dibistana seretayî û hetanî zankoyê, xwendegehên bilind jî bi zimanên serdestan xwendine. Lê li bin sî û sîwaneya sloganên piralî û duruþmeyên hestyar, tenê û tenê, bi kurdî dinivîsînin.
wek nimûne, bi tirkî, kovar û rojnameyan, çîrok û helbest û romanan, malper û agahiyan, nûçe û rûdanan, lêkolîn û jînenîgariyan dixwînin û demên xwe yên herî dirêj jî li ber televizyonên tirkan diqedînin. Ango hemî jiyana wan a ragihandin, zanîn, hiþyarî û têgihiþtinê bi tirkî ye, lê tenê dîsa jî tenê dikarin bi kurdî binivîsînin. Li teniþta wê nivîsandina bi kurdî jî, têdikoþin, hewl didin ku berhemên wan ên bi kurdî wergerin tirkî.
Dema ku ew berhemên wan jî werdigerin tirkî, erebî, farisî jî, di çarçeweya asta hunerî û fantazî û teknîkî de- ger em behsa naverokan nekirn- ya wêjeya wan zimanan de, berhema wergerandî ya ji kurdî, cihê xwe di pileya herî dawîn de dibîne, ji bilî kurdan û çend xwendevanên bi awayekî hestyarane piþgiriya kurdan dikin, ti kes wan berheman naxwîne.
Pirsa herî tirsnak li vir e: Çima piraniya nivîskar û rojnamevanên kurmanciyê, tenê, dikarin bi kurdî binivîsînin?
Çawan nivîskarekî kurd, ku tirkiya wî ji kurdiya wî baþtir, dewlemndtir û berfirehtir e, nikare bi tirkî çîrokekê, ne di asta tirkekî çîroknivîs de, lê di asta kurdekî tirkînivîs de, binivîsîne. Heman nivîskar têdikoþe ku çîrok an romanên wî bibin tirkî, di gel ku ew jî bi qasî wergêrên xwe tirkî dizanin?

Nimûneya 4’ê:


Li Swêdê, Ingilstanê, Elmanyayê û li gelek welatên din, bi zimanên ingilîzî, swêdî û elmanî xwendine, di partî û dezgehên wan welatan te dixebitin, gelekan ji wan zanko û xwendinên xwe yên bilind bi wan zimanan bi dawîkirine. Swêdiya wan, elmanî û inglîziya wan ji kurmanciya wan hêzdartir û di derbirînê de ferhenga wan berfirehtir e, lê di kurdî de, nivîskar û rojnamevan in, di wan zimanan de jî nikarin gotarekê, lêkolînekê, hevpeyvînekê, pexþanekê binivîsînin.

Bi kurtî, dîwarên herî nizim ji bo xweçengkirinê, dergehên li piþtêvekirî boyî derbasbûneke hêsan û bêpirs, nasnameya nivîskariyê ya herî lawaz ji boyî xwepêþkêþkirin û xwepêþandanê, pênûsa herî bêxwedî ji boyî jibîrkirina perpirsyariya exlaqî ya nivîsandinê û di dawî de jî, di xew de mayîna rexneyê, wisa li kurmanciyê kiriye ku bibe meydanek e vekirî bo revend û keriyên sextebaz û keysperetan.


Berdewam dike


London
16. 06.2010
Wêje û Huner
GURZEK PEXÞAN HELBEST JI ESMERA BAKUR RE
2.09.2010
Demhat Dêrikî
1.DA BIBIM PARÇEK JI XEWNÊN TE

Ji tizbiyên not û neh lib, ji kenên derewîn û awirên xapînok, ji roviyên di qehbîtiya felekê de bûyîn"þêr" direvim,
Li Qamiþlo
27.08.2010
Dilawerê Zengî
Kurê'm Ronî Xwedê zane!
Li Qamiþlo bû talan e!

Ne xewar be dilo rabe
Xewa þêrîn hilo rabe
Dûrî xerbeliqa rojhilata minî þêrîn
25.08.2010
Ehmedê ûSSIB
li vê derê
warê heyamên þil û ter
roj bê wate ye...
li evê derê
Çalakî
Karikator

Silo
Berhemên bêtir têne xwendin
(C) Copyright 2010 - All Right Reserved [efrin.net] [webmaster@efrin.net]