Nûçe û Nivîsar
Wêje û Huner
E-pirtûk
Efrîn
Wêne
Têkilî
Link
Erşîv
Reklam
Vîdeo darwisch
3.01.2010
efrin.net
Malpera Lîstikan
18.07.2008
efrin.net
Malpera Lîstikan

Malperên Kurdî
Radio û Têlevizyon
Kurdistan TV
RojTV
Mesopotamia TV
KurdSat TV
Zagros
MMC
Tishk TV
Efrin TV
Azadi TV
Radio Multikulti
SBS Radio
Endam





Qey te şîfre ji bîr kir?

Kurdî

عربي

Deutsch
efrin.net 2003 - 2006
Lêgerîn:
6.jpg
Kesayetiya Kurd Lêkolînên civaknasîn
Xelek8
Çiya kilîtê kesayetiya Kurd e. 1
Dr. Ehmed Xelîl - Wergêr: Heyder Omer   
02.06.2010
Cîgeh û mirov

Zanyarê alman, Ernst Haeckel sala (1869) têrma ( Ecology )yê afirand, mebesta wî jê, lêkolîna têkiliya navbera zindiyan û cîgehê wan de bû. Di vê çarçewê de nema mirov dipejirîne, ku (cîgeh) tenê şûneke erdnîgarî ya pehn û fireh e, da xaniyan û lîstikgehan li ser ava bike, an jî ji xwe re bike şûnên çêrê û çandinê, û ne tenê bergeh û dirêjiyeke geology ye, ku ji hin çînên (qat) di ser hevdu re peyda dibe, ku di yekê de av, di ya din de zêr, di ya sisiyê de hesin û di ya çarê de jî petrol hene, her weha cîgeh ne tenê heyam e (ba, germ, serma, şilî û zuwabûn), lê têrma (cîgeh) evan hêmanan hemiyan bi awayê hevtewaw û hevbandor di xwe de dicivîne.
Rast e, ku em ( mirov ) xwe bextewar dibînin, ku me nasnameyên gene, yên taybet hene, em bi wan ji zindiyên din cida dibin, lê divê em ji bîra nekin, ku ew nasnameyan di hembêza şahnişîna (cîgeh) de peyda bûne, û em ji bîra nekin jî, ku berdewamiya me ya jiyanê dengvedana hevbandor û lihevkirina me, ya bi awayê raste rast bicîgeh re ye. Bi ser de jî divê em ji bîra nekin, ku karîna genên me, ji bo lihevkirina li gel cîgeh, sedema berdewamiya hebûna me ye; ev hebûna, ku bê karînên wan genan nikare didome, her weha divê em zanibin, ku para cîgeh di pêkhatina me de heye, ew hevparê peydakirina me ye, ji her warên durv (dirêj, kurt û pehn, reng ), hest, mirûz û çandê ve, em, wek mirov, beşek ji cîgeh in, em tê de peyda dibin, û tê de jî bi dawî tên, em ne dikarin jê bazdin, û jî guhên kerr tê yal kin, û ne jî pozbilindiyê lê bikin. Ew çarenûsa me ye.
Heye tu ji van boçûna bi guman bî. Êdî ka ez ji te bipirsim: Rengê çermê te reş e?. Baş e. Rengê te ji destpêkê de, ji beriya ne kêmtirî du milyon sal de qehweregî bû, lê cîgehê, ku pêşiyê te yê yekemîn lê peyda bûye, bi hebûna tava (îşiq) ser benefsec re gelekî dewlemend bû, ewê îşiqê dikanîbû ew bi penceşera çerm nexweş bikira, vê lomê hin genên wî metiryalek afirandin, navê wê ( Mîlanîn )e, karê wê mîlanînê jî ew bû, ku çremê wî bi rengekî ji bo wî cîgehî layiq e birengîne, vê lomê rengê çermê wî reş kir, da wê îşiqê bimije, û nehêl li hundir gewdê wî belav bibe, pêre jî derfeta berdewamiya jiyanê da wî. Ji ber vê yekê divê tu sipasdarê rengê xwe yê reş bî, û guh nedî boçûn û nerînên ciwanî, ewên ku zû nirxê xwe wenda dikin, rengê te yê reş, ji hêla hebûnê de, ciwantir e, tu ji pişaftin û mirina misoger parastiye(1).
Gelo, rengê çermê te sipî ye?. Rengê te jî ji destpêkê de, ji beriya ne kêmtirî du milyon sal, qehwerengî bû, lê tava rojê li wê devera, ku pêşiyê te yê yekemîn lê peyda bûye, gelekî hindik bû, pê re jî mertisiya nexweşiyên giran li wur pir bû, vê lomê hin genên wî ferman dane (mîlanîn)ê, da rengê çermê wî hinekê sayî bike, da tava rojê di çermê wî re derbas hundir gewdeyê wî bibe, û karînên berdewamiya jiyanê tê de xurt bike, vê lomê, divê tu jî sipasdarê rengê xwe yê sipî bî, lê ne ji warê ciwanî, belê ji warê hebûnê de, ji ber ku wî rengê sipî tu ji nexweşî û mirina misoger parastiye.
Rengê te encama lihevkirina te û cigeh e, her weha poz û çavên te jî wusa ne. Te pozekî dirêj û bêvilteng heyî?. Pozê te di destpêkê de ne wusa bû, lê cîgehê, ku pêşiyê te yê yekemîn lê peyda bûye gelekî sar bû, bayê sar jî ji bo cegerê ziyandar e, vê lomê hin genên wî, li gor lihevkirina li gel cîgeh, pozê wî dirêj, û bêvil jî teng kirin, da ba hino hino tê re derbas bibe, bi rê de jî hinekê germ bibe, ta wek mêvanekî xoşewîst digihîn cegera te, û uksicîna, ku jê re divê, pê de ber dide.
Baş e, te pozê dirêj û bêvilteng nînî, lê pozê te kurt û bêvilfireh e. tu jî ji destpêkê de ne wusa bû, lê cîgehê, ku pêşiyê te yê yekemîn lê peyda bûye, gelekî germ bû, ba jî, wek ku hatiye zanîn, çiqas germ be, ewqas ji hev dikişe, û uksicîn tê de kêm dibe, cegera pêşiyê te, di wê heyama germ de, hewcedara uksicîna pir bû, ku bi bêhnkêşanê re derbas hundirê wî bibe, vê lomê ew hewcedarê pareke pir bû ji wî bayê germ û jihevkêşayî, pêre jî hinek genên wî, li gor lihevkirina li gel cîgeh, pozekî kurt û bêvilfireh jê çê kir, da bayê pir bi hêsanî derbas cegera bibe, û uksicîna pêdivê bidê yê.
Di çareçewa destlata cîgeh de, bê ku em guh bidin pêwr û mêzînên ciwaniyê, em dikarin fireh û tengbûna çavan jî şirove bikin. Nîrên daristana pir dar ji pêşiyê te yê yekemîn re çavine fireh peyda kirin. Heye tu bipirsî: Çawa?. Daristan pareke pir ji tava rojê (ronahiyê) digire, pêre jî bergeha çavan fireh dibe, da pareke pir ji tavê werbigirin, û dîtin baş bibe. Her weha, tava ku bi ser berfê de dikeve, û li çavan werdiger jî ji bo çavan ziyandar e, vê lomê hinek genên wî pêşiyê te, dîsan li gor lihevkirina li gel cîgeh, çavê wî teng kirin, da pareke hindik ji wê sipîbûna berz (ronahiya pir), a çav-êş, werbigire. Eger tu dixwazî vê yekê bi xwe biçespînî, ka li ronahiya giran û sert biner, û ji hêla firehbûn û tengbûnê de, bala xwe bide goşeyên çavên xwe.
Çîpên te dirêj an kurt in? Nîvê gewdeyê te, ji newqê heya ser milan, dirêj an kurt e? çenga te kurt an dirêj e? tu sermezinî an serbiçûkî? Ser milên te(Omiz) fireh e an teng e? tu bejindirêjî an bejinkurtî? Ta çi radeyê gewdeyê te lihevhatî ye? Mirûzê te (pergala derûnî) çawa ye? Taybetmendiyên hizra te (zihniet) çi ne? Çi bingehên efsaneyî di çanda te de hene? Da ku tu bersivên sûdar ji van pirsan re bibînî, divê tu berê xwe bidî cîgeh, bi wateya wî ya êkologî (ecology), û hewil bidî ku bi kûranî têbigihînî. Ez nabêjim, ku tu dê her dem bersivên durist ji bo pirsên xwe bibînî, lê teqez tu dê gelek kilîtên zanînî bi dest xînî, û tu dê gelek deriyên girtî bi wan vekî.

Çiya di çanda gelan de

Êdî werin em li ba hêmanekî giring ji yê cîgeh; ew jî çiya ye, rawestin. Tiştê rast ew e, ku çiya di çanda gela de, li rohilat û roava jî, şûneke nirxbilind û berbiçav heye, ta pileya ku di çanda gelan de bûye zîmbola xwedî wateyên cûrbeçûr, pirên wan wateyan jî li derdora bilindî, gewrebûn, hêz, şûngirtin û ramankûr û şaxên wan digerin.
Di çarçewa van wateyan de, an jî ya hinekan ji wan, em dikarin tê bigihên, ku çima Someriyan (Ziquratu / perestgeheke pir qat hene ) û Bircê Babil li deştên Mezopotamya, û Misriyan Ehramat li deştên derdora çemê Nîl, û Hindiyên Sor Ehramat li deştên Emerîkayê, Boziyan perstgehên di ser hev re ta ezmanan bilind dibûn, ava kirin. Her weha qubeyên kiristiyan û minareyên li kêlek perestgehên wan bilind dibûn jî. Ev zîmbol, di nîvê duwem yê yekemîn sedsala koçî (misilmanî) ya beramberî heftemîn sedsala zayînê, derbas avahiya misilmanan jî bû, pêre qube û minareyên bilind di endizyariya mizgeftan de jî diyar bûn.
Amadebûn û hebûna (çiyê) di kelpûra efsane û ayînî de jî balkêş e. Belê.. ma rawestina geştiya Ziusudra / Ziyosodra ( Nûhê Somerî ) û Utnabeshtem / Otnabeştim ( Nûhê Babilî ) li ser (çiyayê Nîsîr), û geştiya Nûhê Ibranî /Hibrî li ser (çiyayê Ararat) û ya Nûhê Îslamî li ser (çiyayê Jûdî) ne balkêş e? Ma ne balkêş e, ku yekek ji paşnavên (Aşor) xwedayê netewî yê aşoriyan (çiyayê mezin) be? Ma ne balkêş e, ku civata xwedayên Girîkan/Yonan li ser tepela çiyayê Olemp yê tewrî bilind dihate girêdan? Ma ne balkêş e, ku Ziyos; xwedayê Girîkan yê mezin ji Piromisyos; xwedayê biçûk xeyidî, ji ber ku wî agir bi dizî diyarî mirov kir, vê lomê jî Ziyos Piromisyosî ceza kir, ku bi zincîrê li gel hîmekî li ser tepela (çiyayê qefqas) were girêdan(2).
Ma ne balkêş e, ku Xweda (çiyayê Tor) vebjart, û li wur bi pêximberê hibrî Mûsa re axivî? Ma ne balkêş e, ku pêximberê hibrî yê din, Îsa pirêcaran bi şagirtên xwe re li (çiyayê Zeytûn) li Qudsê diciviya? Her weha Zeredeşt; pêximberê Med şikeftek li (çiyayê Oshidarêna / Oşîdarêna) deh salan kiriye perestgeh, û gava temenê wî gîha çel salan. Li wê deverê melek Fahomano îlham ji banî de, ji hêla Ahoramezda de jê re hanî, û pêximberê Ereban Mihemed jî şikeftek ( Xar Herra ) li çiyayekî Mekkê kiriye perestgeh, û gava temenê wî gîha çel salan, melek Cibrîl îlham jê re ji hêla xweda de hanî.


Çiya û pêkhatina kurdî

Hêmanê cîgeh (êkologî ) yê tewrî bi bandor li ser kesayetiya Kurd çiya ye, ta radeya ku em dikanin bibêjin: Kesê kurd û çiyê hevalên her li ba hev in, ji serdemên kevirî de, û yên di pey re jî wusa bûn, û heya îro jî wusa mane. Eger tu bala xwe bidî cîgehên Kurdan, di vê serdema me de, tê bibînî ku ewana bi piranî an li çiyan an li jî li pesaran û deştên nêzîk çiyan dimînin, û komelên wan, yên li deştên ji çiyan dûr in, an jî li çol û beriyan rûdinin, gelekî kêm in, ev yeka jî pergaleke awarte ye, ji ber ku ewana an ji ber zulm û zorê baz dane, an jî hin dewletan ew bi darê zorê, an wek ceza ji bo serhildan û şoreşên wan, an ji bo ku wan bidin hember êl û gelên ser-êşî ji wan delwtan re peyda dikirin, birine li wan deveran bi cih kirine.
Werin em, ji bo ravakirina têkiliya navbera Kurd û çiyan, vegerin serdemên pêkhatina komelên mirovanî yên pêşin. Berê jî bi me re derbas bû, ku gelê kurd ( netew / milet )ekî bi serê xwe ye, ku ne kêmitirî bîst û pênc sedsalan bi navê Kurd hatiye naskirin, her weha bi me re derbas bû ye jî, ku pêşiyên Kurd, ji serdema kevirî ya kevin ( Paleolithic ) de, li çiyayên Zagros û pesarên wan rûdinişt, û şaxên mezin yên bavpîrên Kurd (Somer, Lolo, Sobart, Gotî) ji wan pêşiyên Zagrosî ne.
Her weha bi me re derbas bûye, ku şaxên Arî (hind-ewropî ) di demên cûrbecûr de, ji detpêka duwemîn sedsalên b. z de, koçî welatê wan pêşiyên Zagrosî kirine, û tev li wan bûne, û rêvebiriya pêkhata nû, nemaze ji hêla polîtîkî û çandî ve, bi dest xwe xistine, berztirînên wan şaxan jî ( Kaşî, Mîtanî, Man-nay, Xaldî û Med ) bûn. Hêjayî gotinê ye, ku ev şaxên Arî hatibûn çiyayên Zagros û paşê jî çiyayên Toros, ji ber ku ewana bi piranî ji erdnîgariyeke çiyayî hatibûn. Bongrad Lîvîn dibêje: „Êkologiya welatê bavpîran (hind-ewropî) bi bêjeyên hind-ewropî yên kevin tê salixdan, ew bêjeyên ku zimanzanan dane ser hev, yên ku bi taybetî li gel çiya, heyam, û cîhana geya ûsewalan (heywan) girêdayî ne, û boçûn û destkeftên zanista zimanewanî, yên li gel êkologiya welatê bavpîrên hind-ewropî dirêdayî ne, weha diçin ku ew welatekî çiyayî ye, tora çemên wî li hevgerî ye, û heyama wî naverast e, û geyayê wî jî pir e“(3).
Bongrad Lîvîn dibêje jî: „Gelek lêgervanan tepelên çiyayî yên welatê wan bavpîrên hind-ewropî çespandine, û piştî lêkolînên Gamkirîlîdze û Îvanov diyar bûn, guman li ser vê yekê neman, ew lîsteya bêjeyên kevin yên hind-ewropî, ku wan herdu lêgervanan daniye, me bawer dikin, ku hind-ewropî li deverên çiyayî an j îpesarên wan rûnişitibûn“(4).
Ev agahiyan û hinên din jî teqez dikin, ku çiya pareke giring yê êkologiya pêkhata Kurd bû, hem di serdema pêşiyên Zagrosî û yên pêşiyên Arî de, û hem jî di serdema yekbûna wan pêşiyên Zagrosî û Arî, ewên ku bi tev lihevbûna xwe, li derdora sî sedsalan berê, gelê kurd yê bi vê nasnameya xwe hatiye naskirin, pêk hanîbûn. Her weha, çiya gav bi gav, ji her warên efsaneyî, ayînî, hizrî, aborî, polîtîkî, civakî, derûnî û ciwanî de, bi rêveçûna Kurd ya dûr û dirêj re bû, ta radeya ku em dikarin bibêjin: Çiya kilîtê kesayetiya Kurd e, û da ku em ji der û hundir ve di kesê kurd bigihên, divê em di (çiya) bigihên.
Di navbera hûrnerînan re ji min vê tê xuyakirin, ku kesê kurd li kû derê be, çiya jî pê re ye, çiya di durv û mirûzê wî de, di bawerî û ramana wî de ye, di cil, stitran û mizûka wî de ye, di rista wî ya civakî de ye, di şoreş û serkeftin û binkeftinên wî de ye. Ev hevokan ne derbirinên helbestî ne, ku ji xeyalan diherikin, belê nîşanên rastiya her gotinekê hene, dê di şûn û dema layiq yên vê lêkolînê de berpêş bibin.

Çiya û efsaneya kurdî

Êdî ka em ji efsaneya kurdî de dest pê bikin. Di pirtûka pîroz ya Zeredeştiyê ( Avesta ) de gelek nîşanên belgeyane li ser têkiliya (çiya) û erdnîgariya pêkhata Arî, bi gelemperî, û ya pêkhata kurdî, bi taybetî, hene, çi jiyana pêximber Zeredest ( Zaratoştira ) di navbera salên (660-573 b. z) de be, çi jî di navbera salên (630-553 b. z) de, an di navbera salên ( 628-551 b.z) de be, an jî di navbera salên ( 618-541 b. z ) de be(5), tiştê piştrast ew e, ku ew (Zeredeşt) Medî ye, û ewî ayîna xwe li welatê Med, nêzîk gola Urmiyê ragihand, bi ser de jî hatiye çespandin, ku gelek hizr û raman û têgeh û nirx û zîmbolên efsaneya (mithology) arî ya kevin di ayîna zeredştî de hebûne, beriya ku Arî welatê xwe yê pêşî Aryana-Vîdca (Aryanam-Vaydca) bi şûn xwe de bihêlin. Hinek nîşanên li gel efsaneya kurdî têkildar in, ev in:
* Gava qurban tê pêşkêşkirin, ev banga zeredeştî tê gotin: „Em radigihênin, û van qurbanan nemaze ji bo çiyayê Oşî, yê ku Mazda yê nûranî ye pîroz afirandiye, û ji bo hemî çiyayên, ku bi ronahiyê pîroz in, ewên ku Mazda afirandine, pêşkêş din“(6).
Bangeke zeredestî ye din weha dibêje: „Ka em bi bextewerî nimêj bikin, ji bo stêrka Tîştirya (Eُştar) ya navdar, ku bi lez di ser deryaya Varokaş re difire, wek tîrê esmanî yê ku Erxîş li çiyayên Ariyan, ji kevanê avêtiye“(7).
* Welatê Aryana-Vîdca di Avesta de wusa hatiye salixdan: „Rêberên jêhatî leşkerên xwe yên cûrbecûr bi awayê refên leşkerî li wan çiyayên bilind, ku geya (çêr) û av pir in, radixin“(8).
* Di ayîna zeredeştî vexarina şerbeta (Hawma) gelekî pîroz e. Ev şerbet ji geyayê (Hawma) yê rengê wî zerê zêrîn e tête çêkirin. Navê ( Hawma ) di gelek axaftin û bangên ayînî zeredeştî bi navê (çiya) re derbas dibe: „Ez wî ewrê, ku te avdide, pîroz dikim, wê barana, ku dike tu li ser tepelên çiyan şîn bibe, pîroz dikim, wan çiyayên bilind , ku şiqinên te lê belav dibin, pîroz dikim“(9). „Ey Hawma! Li wur, li ser zincîra çiyayî tu pircûreyî şîn dibî, nûka jî tu bi rengê sipî yê şîrînî, şîn dibî, nûka tu bi rengê zêrînî şîn dibî, û paşê jî şerbeta te wek derman ji bo îlhama bawermendê paqij diherike“(10).
* (Mîsra) yê ku gelên hind-ewropî ji dema duwemîn hezar salên b. z de perestvanên wî bûn, ew xwedayê peymanan bû, ji nêzîk de zêrevaniya bi cihkirina wan peymanan dikir, ewên di navbera êlên arî de li ser parvekirina çêrê û avê dihatin girêdan, ew xweda demekê bi şûn de wek xwedayê cengê, û wek xwedayê tavê (roj) hate pîrozkirin, û bi tavê re,di rêçûna wê ya esmanî de dibe hevalrê. Bêjeya (mîhra /mîra) li gel bêjeya (mîsra) têkildar e, ew Mîsrayê : „ku Ahoramezda mala wî li ser tepelên çiyayê Hara ava kiribû; maleke bilind û bi ronahî bû, tarî û şev, sarbûn û qeşa, nexweşî û mirin, û pîsîtiya iblîsan tê de tune bûn“(11).
* Zeredeştiyê rê nedida avakirina peykeran, belê zeredeştiyan serjêkirgehên pîroz li ser tepelên çiyan, û hin caran jî sera (qesir) ava dikirin, agir di wan serayan de ji bo rûmetkirina Ahoramazda pêdixistin, her weha bircên bilind li ser tepelên çiyan ava dikirin, termên miriyan dibirin wur, ew bircan bi ( Dekme) dihatin navandin(12).
* Her ku çavên min li qubeyên ser perestgehên Kurdên ezdahî dikevin, ewên bi durvên xwe yên zirav û dirêj û rengê xwe yê sipî li ser serên perestgehên Laliş û yên din ber bi jor de bilind dibin, wêneyê (çiya) û tepela wî ya berfane ya sipî, ku ber bi esmanan de bilin dibe, tête ber çavên min, û ez dibêjime xwe, vaye (çiya) bûye zîmbola efsane, ku heye ji bêtirî du hezar salan de b. z weha ye, û bi çanda kurdî re gav bi gav çûye, heya gîhaye van qubêyên ezdahiyan.

Çiya û pêşiyên Kurd

Çiya û nasnameya Somer:
Berê jî me hizra, ku Somer pêşiyên Kurd in, dagerandibû, û em weha çûbûn, ku ewana ji devera şaristaniya Helef li Kurdistana navend dagerîne deştên başûrê Mezopotamy û şûn girtine, ew şûna ku ava kendavê jê vekşiyaye, û ji bo çandinê layiq bûye. Rastî ew e, ku ewana ji çiya veneqetîn, belê çiya di wan de û bi wan re dageriya, ev yeka di gelek warên jiyana wan de, çi eşkere û çi jî bi awayê zîmbolan hatiye xuyakirin. Van nimûneyên jêrîn vê yekê diçespînin:
* Someriyan şûna xwe ya nû li başûrê Mezopotamya bi Kur-ra, ango ( welatê bilind ) navandin. Tevî ku ew devereke deştî ye jî, le ev pirseke derûnî ( psychology) ye, û çiya jî di wan de, di ageha wan de şûn girtî ye, û ewana dixwastin bîriya welatê xwe yê kevin û payebilind biparêzin, her weha xuya ye, ku ewana têkilî li gel hemwelatyên xwe yên kevinên çiyayî nebirîn, belê ewana gelek kes ji wan ji bo karên cûrbecûr dihanîn, û navê Lu-Kur-ra; ango ( Kurên/lawên çiyan ) li wan dikirin, bi ser de jî ewana kevir bi piranî di kolandinê û avakirina xaniyan de, wek ku derbirin û zîmbola hevgirêdana wan e li gel welatê xwe yê çiyayî ye kevin, dixebitandin(13).
* Dr. Samî Seîُd El-Ehmed li ser Someriyan dibêje: „Di her pergalê de, em dibînin ku ewana çiya û welêt bi heman nîşanê (Kor) diderbirînin, heye ku herdu jî li nik wan yek wate hebe, ku çiyayiya welatê wan nîşan dike, her weha ewana zîqquratan bi piranî di perestgehên xwe de ava dikin, û darên birinc û serweyê, û lawirên çiyayî mîna pezkûviyên xwedî qoç û bizinên çiyayî yên qoçdirêj li ser mohrên wan yên gulover û berdirêj hene“(14).
* Çiya di efsaneyên Somer de jî diyar dibe. Xweda (Ênlîl), an jî (Êllîl) mezinê xwedyên Someriya ye; Ev navê hevedudanî (Ên-lîl) wateya ( mezin/serek ê ba/bahoz) dide, bi baweriya wan ba ji çiyê de tê, vê lomê jî ( Ên-lîl ) di efsaneya Somer de bi paşnavê ( Kur-gal ) ango (çiyayê mezin) hatiye navandin(15).
* Di helbesteke somerî de wusa hatiye gotin:
„Ey Somer! Ey gewreyê welatên cîhanê!
Mezinê te yekekî berêz e, û şahê te li gel xweda (An) li ser dika esmanî daniştiye.
Şahê te ew çiyayê gewre ye, ew bavê xwedayên gewre Ênlîl û Enonnakî ye“(16).
* Di helbeste din de li ser bajarê Or yê Somer wusa hatiye gotin:
„Ey bajarê xwarinpir…
Tu dika xêra welat î, tu wek çiyê kesk î.
Tu daristana (Xwaşor) ya sihpir î…
Çiyayê gewre; Ênlîl navê te yê payebilin li erd û esmên ragihand“(17).
* Di tabloweke Somer de wusa hatiye: „Û piştî alava avakirinê û avakirina xaniyan, Ênkî (Engî / xwedayê erdê) deşt bi geya û jiyana lawiran tije kir, û xweda (Sumugan), ê bi navê (şahê çiyê) tê salixdan, wek rêvebir jê re nîşan kir“(18).

Çiya û nasnameya Horî:
Horî jî pêşiyên kurd yên kevin in. Jîrnot Vîlhêlm dibeje, ku ewana li derdora dawiya sêyemîn hezar salên b. z ji deverên çiyayî yên li bakur-rohilatê welatê du çeman ( Bakurê Kurdistana navend ) dikve, bi derketin. Tiştê nûka bala me dikşîne ew e, ku ewana li bakurê Sûriyê belav bûn, û gîhan hundir û başûrê wê, û li deverên çiyayî, an jî li kêlek çiyan cih digirtin, ewana li kêlek çemê Asî, nemaze li Elalaxê cih girtin, û gîhan Sûriyeya ber deryayê ( Fînîq ) nemaze jî (Ogarît), û ber bi başûr de çûn, û li bajarê Yebos (Orşelîm/El-Quds); ew jî çiyayî ye, daniştin, paşê jî bêtir bi başûr de çûn û li devera çiyayê Seîُr, li geliyê Eُrebe (Başûrê Urduna nûka) şûnwar bûn(19).

Çiya û nasnameya Kaşî:
Berê jî bi mer derbas bû, ku Kaşî şaxekî mezin î din bû yên pêşiyên Kurd yên kevin, û ewana niştevanên çiyayên Loristanê bûn, ( başûr-roavayê Îrana nûka ), û dest dan ser welatê Babil, û bajarê Babil ( 90 Km bi başûrê Beydê de dikeve ) ji xwe kirin paytext, û paşê jî şah Korîgalzowê duwem ( 1345-1324 b. z ) paytexteke nû ji Kaşiyan re nîşan kir, navê wê ( Dor Kalîgalzo ) bû, bi ( 32 ) Km li roavayê Bexdê dikeve.
Tevî ku Kaşî li deştan cihwar bûbûn jî, lê çiya her tim bi wan re bû, di zîmbolên wan yên efsane de diyar dibû, xwedayên wan, nêr û mê, di awayê avakirinê de diyar dibûn, cerê avê di destan de li pêş sîngên wan bû, av bi awayê sulavan jê diherike. Xwedayê, ku di wan wêneyan de xuya dibû, cilên bi awayê baskên masiyan hatibûne neqşandin, li xwe kiribûn, û dihate nîşankirin, ku ew( xwedayê çiyê )ye, ew baskan jî li ba pêşiyên Kurd zîmbola (çiyê) bûn(20).
Di serdema Kerendeş; şahê Kaşî yê ku bi piraniya avahiyan li bajarên Babil navdar bû, di serdema wî de peykerên xwedayan di qulafetên avahiyan de diyar dibûn, „seriyê her xwedayekî û nîvê gewdeyê wî yê jor bi temamî dihate çêkirin, lê nîvê jêr bi awayê kincekî dirêj, ku beşên wî zîmbola pileyên çiyan bûn ji bo xwedayên nêr, û zîmbola pêlên avê bûn ji bo xwedayên mê, dihate çêkirin“(21).

Çiya û nasnameya Med:
Gelo li ba Medan; mezintirîn şaxê pêşiyên Kurd, li ser (çiyê) çi heye?. Bi rastî ewana çiyayînên resen bûn. Em li ba diyardeyên (çiyê) yên di navbera hezkirina wan ji azadiyê red diyar dibin, ranawestin, û ne jî li ba wan diyardeyan di hêza wan de, di rikberî û mêldariya wan ber bi serhildan û şoreşên dij zulm û zorê, di jêhatîbûn û giyana wan ya cengewerî de, di hizra wan ya polîtîka navend, di rista civakî û êlî de, di cil û bergên wan de, em li ba van mofirkan hemiyan ranawestin, ji ber ku ew hemî dê, di siyaqên layiq de bi me re derbas bibin. Vê lomê em dê tenê li ba diyardeya, ku Med bi kû ve diçûn, û li kû derê bi cih dibûn,(çiya) jî her tim bi wan re bû. Wek nimûne em dê li ba çîroka ( Gulistanên/baxçeyên daleqandî ) rawestin.
Berê jî, gava me dîroka Med bi kurtahî tev da, me dît, ku ewana çi caran serî li pêş şahên Aşor danenîn, belê her tim car li pey carê serî li hember wan hildidan, û şahê Med; Kai-Khosru/Keyxisrew, an Cyaxsares/Key-Exsar (633-484 b. z) gîhabû wê pendê, ku eniyeke herêmî hevgirtî, ku hemî gelên bindestên Aşor di xwe de dicivîne , ava bike, û di pey re jî dest bi şerê Aşoriya bike, vê lomê ewî, bi boneya ku herdu gelên Faris û Med mirovên hev in, Faris tev li dewleta Med kirin.
Di pey wê re jî, Keyxisrew berê xwe da Babiliyan, hevpeyman li gel şahê Babil; Nabopolassar (627-605 b. z), ewê ku ji hêla şahê Aşor; Ashurbanipal de bûbû waliyê Babil, girêda. Da ku Keyxisrew têkiliyan li gel şahê Babil xurt bike, ew bi zemawenda keça xwe; Omîd (Amutida/Emîts) û Nabukhadnazzer/Neboxiznessir kurê Nabopolasser qayîl bû(22).
Gulîstanên (Baxçe) Babil yên daleqandî gelek navdar bûn, Yonaniyan ewana yekek ji heft susretên cîhanê dijmartin, û dihate gotin, ku ew baxçena li ser stûnên gulover û di ser hev re hatibûne çêkirin, bi awayê her çînek li ser çîna din bû. Will Durant wan dipesine gava dibêje: „Ew keça mîr nikarîbû bi xak û tava Babil ya germ re li hev bihata, her tim bîriya keskayîya welatê xwe yê çiyayî dikir, vê lomê Nabuchadnazzer/Neboxiznessir ji comerdiya xwe ev baxçeyên susreyî jê re ava kirin, çînek girîna şov li ser xaka wan bi qalindiya çend lingan raxist, da ne tenê ji bo gulan û çîçekên cûrbecûr, û ji bo têrkirina wan layiq be, belê ji bo mezintirînên daran û dirêjtirînên rehan û têrkirina wan jî“(23).
Bi ser de jî Will Durant dibêje: „ Bi alavên ku di wan stûnan de veşartî bûn, û gurûpên koleyan ew badidan, av ji çemê Ferêt ber bi bilindtirînê wan çînan de hildidan, û digihandin ser wî banê, ku bi qasî heftê û pênc lingan ji erdê ve bilind bû, jinên serayê jî dêm û ser vekirî, dûrî çavan di nav wan geyayên bê hemta, û gulên bêhn xweş de, seyran dikirin“(24).
Omîd (Amutida ) keça bajarê Egbitana ( Heygmetana / Cemezan / Hemezan ) paytexta şahnişîna Med e, ew bajarê, ku li geliyekî qeşeng dikeve, û ava ji berfa tepelên çiyan de bi ser xaka wî de diherike, û wê xakê dewlenemd dike. Bi gotineke din: Omîd keça çiyayên Med yên bilind e, keça latan û çeman e, keça daran û gulan e, ew şûn hêşt û çû deştên Mezopotamya, yên germ, lê ne bi tenha, belê çiyayên Med, tev kevir û latan û çeman, tev daran û gulan jî pê re çûn. Heye tiştê dîroknivîsan negotibe ew be, ku Omîd dar û gul, û belkî perendeyên welatê xwe jî bi xwe re birin, da her sibe û êvarê çavên xwe pê kil bide. Belê… Ma Babil ji kû ve dikane wê ji nasnameya çiyayî biqetîne? Û eger çiya di jiyana Omîdê de, hema bi awayê zîmbolî jî tune be, ma wê çawa jiyan bi wê xweş bibe?!

******** **** ********

Jêder û çavkanî:

(1) Donald Juhans û Bilîk Êdgard: Ji qunaxa Losî bo qunaxa zimên ( Min merheletî losî îla merheletî El-luxetî), rû 106-107.
(2) Jîfrî Barnder: Baweriyên ayînî li ba gelan (El-Muqedat El-Dînîye leda El-Şuob), rû 24, 66. Nûrî Simaîl: Ayîna Zeredeşt (El-Diyane El-Zeredeştiye), rû 12. B. Komlan: Efsaneyên Girîk û Roman ( El-Esatîr el-Ixrîqiye we El-Romaniye), rû 23, 88.
(3) Bongrad-Lîvîn: Agahiyên nû li ser Rohilatê kevin (El-Cedîd hewle El-Şerq El-Qedîm), rû 273.
(4) Bongrad –Lîvîn: Jêder û rûpela berê.
(5) Semoîl Nûh Kirêmer: Afsaneyên cîhana kevin (Esatîr El-Alem El-Qedîm), rû 294. Jîfrî Barnder: Jêdera berê, rû 133.
(6) Avesta, Yasna, Haytî 4, bend 19, rû 61.
(7) Avesta, Yaşt 8, bend 6, rû 442-443.
(8) Avesta, Yaşt10, bend 13, 14, rû 471.
(9) Avesta , Yasna, Haytî 10,bend 4, rû 79.
(10) Jêdera berê, bend 12, rû 80.
(11)Avesta, Yaşt 10, bend 50, 51, rû 484.
(12) Will Durant: Çîroka şaristaniyê (Qisset El-Hedare), cild 1, 2/433. Nûrî Simaîl: Jêdera berê, rû 59.
(13)Cemal Reşîd: Diyarbûna Kurd di dîrokê de (Zuhor El-Kurd fî El-Tarîx), 1/175. Mihemde Mehran Beyyomî: Dîrka Îraqê ya kevin (Tarîx El-Îraq El-Qedîm), rû 9.
(14) Samî Seîُd El-Ehmed: Somer û kelpûra wan ya şaristanî (Somer we turasuhum El-Hedarî), rû 42. Û Fadil Ebdil-Wahêd Elî: Ji Somer heya bi Tewratê ( Mîn Sor îla El-Tewrat), rû 22 jî biner.
(15(Siptîno Moskatî: Şaristaniyên Samî yên kevin (El-Hedarat El-Samiye El-Qedîme), rû 253, not 21.
(16)Semoîl Kirêmer: Ji tablowên Somer (Mîn Elwah Somer), rû 179-180.
(17)Semoîl Kirêmer: Jêdera berê, rû 180-181.
(18)Semoîl Kirêmer: Jêdera berê, rû 182.
(19)Jîrnot Vîlhêlm: Horî, dîrok û şaristaniya wan ( El-Horiyyon; Tarîxuhum we hedaretuhum), 24, 107. Jîn Potro û hinkên din: Rohilatê nêzîk,şaristaniyên pêşîn (El-Şerq El-Edna, El-Hedarat El-Mubekkîre), rû 200. Bongrad-Lîvîn: Jêdera berê, rû 162. Peymana kevin (El-Ehd El-Qedîm), beşê pêkhatin, not 36, ayet 20, 21.
(20)Mihemed Beyyomî mehran: Jêdera berê, rû 301.
(21)Mihemed Beyyomî mehran: Jêdera berê, rû 305.
(22)Diykonov:Med (Mîdiya), rû 283. Taha Baqir û hinekên din: Dîroka Îranê ya kevin (Tarîx El-Îraq El-Qedîm), rû 40-41.
(23)Will Durant: Jêdera berê, cild 1, 2/199.
(24)Will Durant: Jêdera berê, cild 1, beş 2, rû 199.
Wêje û Huner
Hêlîn a sar
9.09.2010
Nizar Yosif
Heyva pehîzê ya dawî
Fîzîn a xwezayê
Hertişt bê deng
Rawestiyan
GURZEK PEXŞAN HELBEST JI ESMERA BAKUR RE
2.09.2010
Demhat Dêrikî
1.DA BIBIM PARÇEK JI XEWNÊN TE

Ji tizbiyên not û neh lib, ji kenên derewîn û awirên xapînok, ji roviyên di qehbîtiya felekê de bûyîn"şêr" direvim,
Li Qamişlo
27.08.2010
Dilawerê Zengî
Kurê'm Ronî Xwedê zane!
Li Qamişlo bû talan e!

Ne xewar be dilo rabe
Xewa şêrîn hilo rabe
Çalakî
Karikator

Silo
Berhemên bêtir têne xwendin
(C) Copyright 2010 - All Right Reserved [efrin.net] [webmaster@efrin.net]