HARÛN:
Zarokên Amedê, dilên xwe li ser keviyên kolanan, wek gwîzan, diþikandin, li min û te dinêrîn û serokê xwe bi xwînê re diherikandin.
Min ji te re bi zimanê mirinê digot: diya min, aniha, li ser devê sînor, diçilmise, divemire, dilerize, demsalên êþa xwe dikuje, li xalê min Sofî Þerîf dipirse û kêla min bi alên sor dixemilîne..
Stirana te, dilê min bi xwe re dibir, xewna min birîndar dikir, di nav destê te de sêwî dimam, berzûrî dilê Botanê dibûm, min xwe davêt bextê gotinê û radestî kenê te dibûm…
Harûn!!!
Tu dikarî wêneyekî rengîn bo keservedana Botanê bikêþî?
GUMAN:
Li ser çequlên dara zimanê te, pirsek, di çeþnê karwanekî windayî de, dipiþkive..
Ji Gebarî mezintir, ji Behra Wanê firehtir, ji dilê Memo sêwîtir, ji darbesta þevistanê aloztir, ji þewatên esmanê Kurdistanê gurtir, ji min wêdetir û ji çavên bendemanê zelûltir.
Bagera te ber bi min ve dihat, min dixwest bi çavên te hetahetayê bigirîm, lê te çiyayên bilind û þerzanên serhiþk ên dilê xwe þanî min dikirin..
Min Gebar ji ser milê xwe ber bi rojê ve diavêt, min bi tobedarî nimêja te ji pinpinîkên sergerdan re þirove dikir...
Di razên berbangê de serniþîv dibûm.
METÎN:
Li jor, li jêr, li çep û li rasteqîniya goristanan nenêre.. dê serbazên nexweþ xewna me bibînin..
Ma tu nabînî ku çawan ji Birca Belek ber bi zimanê me ve diherikin û hildiperikin pêxîra dîroka me ya ji keviran?
De navê þehîdan li ser nermika destê min binivîsîne, ji zarokên Botanê re bibêje bila neynikên xwe biþikînin, bîranînên xwe ji bîr bikin, rexên xwe bavêjin devê tang û topan û berkaniyên xwe di çavên xwedê de daçikînin..
Hevokan nîvçe nehêle û xewna min jî hetanî derengî rojê di xew de nehêle!
CEFER:
Dilopên eþqê bi ser zuhayiya min de bibarîne û ji leþkeran re bibêje bila herin þerê xwe bikin… Bila di xwîna dîroka xwe de bigevizin, bila daristanên evîna me biþewitînin, bila tu kesî ji me nehêlin, bila çîrokan li pey xwe hêrayî bihêlin, bila Botanê bi ser sere me de biþikînin, bila moristanê di xwîna me de biteqînin, bila sîberên me bikujin, bila ez û tu bi ser wan de wek nifirekê birijin, de bila!!
Min di dilê Zinê de veþêre û xwe jî di bîra kavilbûyî ya Medreseya sor de!
CIHAT:
Aliyekî te deþt û zozanên Þerfdînê, alîyek jî ser bi zêrên Botanê, aliyekî te dilbaziya Cûdî û yek jî bêbextiyên Nûraya min a ji nêrgizên xeydê, aliyek dijminên berbangê, aliyek bazirganên xwîna min û te!
De Cûdî û Gebar, di wê xewna teng û tarî de, ji min û xwe re, dabeþ bike, sere xwe deyne ser sînga min û mirina min di esamanê Botanê de geþ bike!
Aliyan di nav destên xwe de biqermiçîne û aliyekî eþqê li ber serê Memoyî vêxîne!
ZEKÎ:
Paytextên xelkê ji çenteyê xwe derxîne, xwe bi ser darbesta bîranînan de biçemîne!
Mîrniþîniya bavê min a ji tolhildan û ji bêzariyê, bi serkeftinên xwelî û dûmanan bipesinîne. Gula matmayînê pêþkêþî berbiskên Botanê bike, stêrka xwe li sînoran ji bîr neke, sertaca axê bi xwe re nebe velerzîna sirûdan! Peyvan ji mirinê dawerivîne û keskesora nasnameyê li ser keviyên Firatî bê esman nehêle!
Rengên berbangê ji min re bihêle lê medaliyên reþegirêdanê, di bendemana dayikên çiyê de bikole.
London
25. 05. 2010
Wêje û Huner
Hêlîn a sar 9.09.2010 Nizar Yosif Heyva pehîzê ya dawî
Fîzîn a xwezayê
Hertiþt bê deng
Rawestiyan